Vê baş bizanibe: Armanca pîroz ya afirandinê û encama herî bala ya fitretê îmana bi Xwedê ye. Mertebeya herî bilind ya mirovahiyê û meqamê herî mezin yê mirovan marîfetullah e, ango naskirina Xwedê ye ku ew jî bi îmana bi Xwedê pêk tê. Ji bo îns û cinan bextiyariya herî xweş û nîmeta herî şîrîn mehebbetullah e, ango hezkirina Xwedê ye ku ew jî di marîfetullahê de ye. Ji bo rûhê însan jî kêfxweşî û şahiya herî pak û zelal ew lezzeta rûhanî ye ku di mehebbetullahê de ye. Ev tiştên han bêyî hev nabin. Kesê ku Xwedê nas dike û jê hez dike, yan bi potansiyela xwe, yan jî fi‘len dikeve nav bextiyariyeke bêdawî, nîmetên Xwedê û sirên alemê hîn dibe û ronî dibe. Yê ku wî nas nake û jê hez nake ew jî ji hêla maddî û manewî ve dibe mubtelayê êş û eleman û bedbextiyeke bêdawî...
Belê, eger mirovekî nekar û miskîn li vê dinyayê di nav mirovên eware de û di jiyaneke bêber de bibe sultanê dinyayê jî, dema ku ew mirov bêkes û bêxwedî be gelo çend qurûş qîmeta wê heye? Ha di nav van mirovên eware û di vê dinyaya fanî de, eger ew mirov xwediyê xwe nas neke û nebîne, wê demê herkes fêhm dike bê çiqas bêçare û sergerdan e. Eger xwediyê xwe peyda bike û wî nas bike, wê demê dê îltîcayî rehmeta wî bike û xwe bispêre hêz û qudreta wî. Hingê ew dinyaya bi xof, dibe cihê geşt û seyranê, warê ticaretê.
(Mektubat: 301)
***
Ellah Teala yek e. Ji Wî pê ve berê xwe nede tiştên din û xwe newestîne, xwe ji wan re kêm neke û nekeve bin minneta wan. Çaplûsiyê ji wan re neke, serê xwe li ber wan netewîne. Nede pey wan û zehmetiyan nekişîne. Ji wan netirse û nelerize, lewra sultanê hebûnê yek e; mifteya her tiştî û hefsarê her tiştî di destê Wî de ye. Her tişt bi fermana Wî çareser dibe. Eger tu Wî bibînî, hingê tu digihî her daxwaza xwe, ji minnetên bê hed û hesab û ji tirsê jî xilas dibî.
(Mektubat: 302)
***