Birayê ezîz û rast Refet Beg,
Ji bo hurmeta Qur’ana Ezîmuşşan, ji bo heqqê elaqeya we ya Qur’anê û ji bo şerefa ku ev bîst salan in hûn bi Rîsaleyên Nûr xizmeta îmanê dikin, zû dev ji xeyidînê berdin û nehêlin ku hûn ji hev bixeyidin! Çendîn ev xeyd zahiren piçûk be jî, lê di vê dema weha hessas de, pir xirab e, elîm û dijwar e. Jihevxeyidîna we ji munafiqên ku dixwazin me xilas bikin re dibe alîkarî û mîna ku tu barûdê bavêjî nav agir bi zirar e. Xeyda ji ber dirhemek mafdarbûna şexsî, pir muhtemel e ku di vê dema niha de bi deh-tonan zirarê bide me û xizmeta Îmanê.
Ez ji we re sond dixwim: Eger yek ji we heqareta herî mezin li min bike, heysiyet û rûmeta min jî qet nehêle, lê bi şertê ku dev ji xizmeta Nûriye ya Qur’an û îmanê bernede, dîsa jî ez heqê xwe lê helal dikim, pê re li hev têm û jê naxeyidim.
Madem hûn dizanin ku hûn piçekê jî ji hev dûr bibin, dijminên me jê îstîfade dikin, naxwe zû li hev werin. Dev ji naziyên bêmane û bi zirar berdin. Yan na, hinek ji we yê mîna Şemsî, Şefîq û Tewfîq sûreten bikevin nav muxalifan. Ev jî yê ji xizmeta me ya îmanê re bibe kêmasî û zirareke mezin. Madem alîkariya Xwedê di vê sîstemê de li hember telefbûna tiştekî, gelek tiştên din dane, naxwe înşaellah yê dîsa bi hewara we ve were.
(Şualar: 545)
***
Birayên ezîz û rast,
Vê carê me di nameya Hafiz Elî de mizgîniyeke mezin dît û his kir ku sebebên çapkirina Qur’ana me ya Mu‘cîzu’l-Beyan hene, asteng tunin. Madem Xusrewê Mubarek hat, di vê meselê de mafê pêşî yê wî ye. Madem herdu Eliyan, Tahirî û Hafiz Mustefa heta niha bi piştgiriyeke ji adetê der û bi wê xizmeta xwe temamê şagirtên Rîsaleyên Nûr keyfxweş kirine, ehlê îmanê memnûn û minnetdar kirine, divê bi desthevgirtineke mukemmel bi Ruşdîyê qehremanê xwediyê rastiya mezin û Xusrew re ji vê xizmeta Qur’anê ya mezin, hêja û giranbiha re bixebitin.