Kitaplar
Rêbera Xizmetê

   Êdî ji ber hessasbûna ku ji aciziyê û tiştên din çêdibe, fedakarên heqîqî nikarin ji hev bixeyidin! Eger qusûrek hebe jî, divê mirov bi nefspiçûkî û teslîmbûneke tam wê kêmasiyê ji xwe re dibîne û bixebite ku hezkirin û semîmiyeta xwe zêde bike. Yan na, hebbe dibe qubbe û bi şiklekî ku êdî mirov nikaribe tamîr bike, zirarê dide. Ez vê hewaleyî feraset û têgihiştina we dikim; kin vedibirim.

(Şualar: 530)

***

   Birayên ezîz û rast; Xusrew, Mehmed Feyzî û Sebrî,

   Ez bi temamê qenaeta xwe, bi we ewle bûbûm, min silametiya Rîsaleyên Nûr hewaleyî we kiribû û li bendê bûm ku bi dilekî rihet herim qebrê. Min wisa dizanî ku yê tu tişt we ji hev cuda neke. Lê niha bi pîlaneke dehşetdar ji bo ku mirovên ji Rîsaleyên Nûr re bingeh in, ji hev sar bikin, agahiyên nivîskî hene. Madem sedaqet û dilsojiya we ya Rîsaleyên Nûr wisa bi hêz e, ku eger lazim bibe hûn jiyana xwe jî feda dikin; naxwe hûn mecbûr in ku daxwazên xwe yên piçûk û bêqîmet jî feda bikin. Yan na, yê di vê dema han de zirareke mezin ji me re çêbibe. Ez ji tirsa dilerizim, lewra îhtimala derketina ji çarçeveya Rîsaleyên Nûr jî heye.

   Ev sê roj in bêhntengbûneke ku min qet nedîtibû min vedigire. Êdî bê şik û guman min zanî; eger naziyeke piçûk jî hebe, mîna ku mûyek bikeve çav, di navbera kesên mîna we de, li dijî xizmeta Rîsaleyên Nûr dibe bombe. Ez vê jî ji we re bibêjim; pir xebitîne ku elaqeya me bi tofana ku buhurî re çêbikin. Niha jî dikin ku nexweşiyê bikin navbera we. Digel ku ez bi deh qetan jî ji we pirtir zehmetiyê dikişînim, dîsa min biryar daye ku li qusûra tu kesî ji we mêze nekim. Naxwe ez jî li ser navê Seydayê manewî yê şagirtên Rîsaleyên Nûr ji we dixwazim; hûn çi heqdar bin, çi jî neheq ezîtiyê nekin. Hûn li wî cihê ecêb li cem hev in, eger tiliya hinek kesên veşartî bikeve nav we, bila yek ji we here qawîşa/odeya Tahirî.

(Şualar: 535)

***

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494495496497498499500501502503504505506507508509510511512513514515516517518519520521522523524525526527528529530531532533534535536537538539540541542543544545546547548549550551552553554555556557558559560561562563564565566567568569570571572573574575576577578579580581582
Fihrist
Lügat