Dema ku zarokek nikaribe bigihe armanca xwe; yan digirî, yan jî dixwaze. Ango ew zarok an fiîlî; an jî bi gotinê, bi zimanê bêçareyiyê dua dike û digihe armanca xwe. Eynî wisa jî însan di nav alema jîndaran de mîna zarokekî nazik, nazdar û nazenîn e. Yan divê li dergehê Rehmanê Rehîm bi zeîfî û nekariya xwe bigirî, yan jî divê bi feqîrî û muhtacbûna xwe dua bike, da ku bigihe armancên xwe, yan jî da ku bi dua şukur bike ku gihiştiye armanca xwe. Yan na, eger mirov mîna zarokekî ehmeq û zexel ji ber mêşekê biqîre, mirov dikeve nav teqana nankoriyê ku hem li dijî fitreta eslî ya însan e û hem jî mirov musteheqê ezab dike. Ew zarokê ehmeq û zexel ji ber mêşekê diqîre, dibêje: “Ez bi hêza xwe, van tiştên ku nayêne bidestxistin û tiştên ecêb ku bi hezar carî jî ji wan bihêztir û asêtir in, berdest dikim. Bi fikr û rêvebirina xwe wan dikim bin bandûra xwe.”
(Sözler: 383)
***
Ji ber ku nîmetên giştî yên mîna bihîstin, dîtin, hewa û avê ji nîmetên din hêjatir û girîngtir in, qet bi qet ji nîmetên şexsî pirtir layiqê şukirkirinê ne. Loma jî eger mirov li hember nîmetên bi wî rengî şukir neke, dibe nankoriya herî mezin.
Rewş weha ye. Îcar hinek însan ji bo nîmetên taybetî şukir bikin jî, mîna ku ji nîmetên giştî bêpar bin, qet nayêne bîra wan û şukir nakin. Lê di eslê xwe de nîmetên herî mezin, yên giştî û daîmî ne. Çawa ku giştîbûn delîla girîngiya wan e, herwisa daîmîbûn jî nîşana balabûn û hêjabûna wan e.
(Mesnevî-i Nuriye: 262)
***
Xeyidîn û Hêrsbûna Navbera Şagirtên Rîsaleyên Nûr
Wextekê, zatekî ku [bi qelbê xwe tam] teslîm nebûye, çareyek dîtiye; ketiye terîqetê, xîlafet wergirtiye û dest bi îrşadê kiriye. Mirîdên di bin perwerdeya wî de dest bi pêşveçûnê kirine, lê yekî ji wan bi halê keşfê dîtiye ku murşidê wî manen dikeve, paş ve diçe. Wî zatî jî bi feraseta xwe pê derxistiye û ji mirîdê xwe re gotiye: “Îcar te ez fêhm kirim.” Mirîdê wî jî gotiye: “Madem min bi saya îrşada te ev meqam bi dest xist, ji vir û pê de ezê pirtir qîmet bidim te.”