Xwestina Bêdawî
Xwestina bêdawî îxlasê kêm dike û mirov sewqî riyakarî û karê dinyayê dike. Bîranîna mirinê jî mirov ji riyayê dûr dike û dike ku mirov îxlasê bi dest dixe. Yanî ku mirov mirinê bîne bîra xwe, li ser fanîbûna dinyayê bifikire û nefsa xwe ji hîleyên wê biparêze...
Belê, ehlê terîqetê û ehlê heqîqetê bi dersa ku ji ayetên Qur’ana Hekîm
كُلُّ نَفْسِ ذائِقَةُ الْمَوْتِ
اِنَّكَ مَيِّةٌ وَاِنَّهُمْ مَيِّتُونَ
sitandine, bîranîna mirinê di sulûkên xwe de kirine bingeh. Bi vê bingehê, zenna ebediyetê ku çavkaniya xwestina bêdawî ye ji holê rakirine. Ew xeyalen difikirin ku mirî ne, têne şuştin û dikevin qebrê. Ew wisa difikirin, nefsa emmare jî di bin bandûra wan xeyal û fikirînan de dimîne û hinekî dev ji wan xwestinên xwe yên bêdawî berdide. Gelek feydeyên vê rabiteyê hene. Pêxember (e.s.w) di hedîsê de gotiye (yan jî mîna wî gotî):
اَكْثِرُوا ذِكْرَ هاَدِمِ الَّذَّاتِ
Yanî, “Mirina ku lezetan ji holê radike, wan tehl dike pir bi bîr bînin.” Ev hedîs dersa wê rabiteyê dide.
(Lem’alar: 202)
***
Çavnasî, Ulfet
Yek ji sebebên ku însan ji hêla fikrî ve ji rê derdixin ew e ku ulfetê/çavnasiyê weke zanînê dibînin. Yanî tiştên ku çavnasî wan bûne, wan malûm dibînin. Hetta ji ber çavnasiyê meyla tiştên normal nakin û qîmetê nadin wan. Lê ew tiştên ku mirov ji ber çavnasîbûna bi wan, wan malûm dibînin, her yek ji wan berhemeke xarîqe ye û mu‘cîzeyeke qudreta Xwedê ye.