Ya Duduyan: Ji ber ku li hember evqas dijminan hêza herî mezin ya Rîsaleyên Nûr îxlas e, ji tu tiştê dinyayê re nabe alet. Loma jî bi bizavên ku li ser hesta terefgiriyê hatine avakirin re qet elaqedar nabe. Lewra terefgirî îxlasê dikuje, rastiyê diguherîne. Hetta, sebebê ku ev sî sal in min siyaset terk kiriye, rêbaza alimekî bû. Wî alimê mubarek bi bizava terefgiriyê, ji ber ku ne di fikrê wî de bû, alimekî din î salih û mezin piçûk didît û weke fasiqan dihesiband. Lê ji ber ku di fikra wî de bû, medh û senayê munafiqekî mutecawiz û meşhûr dikir. Ez jî bi temamê rûhê xwe jê tirsiyam. Naxwe dema ku siyaset jî bikeve nav hestên terefgiriyê, dibe sebeb ku şaşiyên weha ecêb çêbibin. Loma jî min got:
اَعوُذُ بِاللَّهِ مِنَ الشَّيْطاَنِ وَ السِّياَسَةِ
û ji hingê ve siyaset terk kir.
(Emirdağ Lahikası: 225)
***
Dijberî û Reqabet
Dijberiya ku ji hêla menfaeta maddî ve çêdibe, hêdî hêdî îxlasê kêm dike. Hem zirarê dide encama xizmetê, hem jî dike ku ew menfaeta maddî diçe.
(Lem’alar: 239)
***
Birayên hêja! Înşaellah êdî yê menfaeta maddî we sewqî dijberiyê neke. Lê çawa ku ji hêla menfaeta axretî ve hinekên ehlê terîqetê xapiyane, mumkin e ku hûn jî bixapin. Êdî bizanibin; xêreke şexsî û hindik li kû ye û xêr û nûra mîna ya wê mîsala derbasbûyî ku bi hevkariya kar çêdibin li kû ne?
(Lem’alar: 240)
***