Qeşmeriya Ewrûpî ger hebe ew di mêjî
Fikirîna bêteref û hem muhakeme jî
Li ser zimanê wî ye, lê ya rast ew herdu jî
Bêdînî ne muweqqet ku wê demê ew dijî
Ku nû hîdayet bibe, yan jî bo dîn xirîdar
Hingê rêya wê heye, meşrû ji bo wî ew kar
Lê tenê ji sedî yek weke ferzû kîfaye
Dikare hingê bike, hingê bo wî rewa ye:
Bo talib îqna bike, hiş bike yê dijber e
Dikare mueqqeten bê teref tevbigere
Ku ji sedî nodê wan perwerde jî kî weha
Xesmek sef naguhere qet nabînî tu ji wa
Ji wan xesm û dijberan yek jî nabe misliman
Di vê bazara şaş de çil ji te dibin qurban
Xesmek nayê alê te, qurban dibin misliman
Ev hemî weswese ne, şubhe û şik û guman
(İçtimaî Dersler, Lemaat 485-486)
***