Musîbeta manewî birîna me’y herî kûr
Ev rexneya cerbeze û bi fexr û pir bi xurûr
Rexneya ji destê pak, heqîqetê pak dike
Lê ya ku xurûr tê de, wêran û talan dike
Xirabiya pir dijwar; rexna li îmanê ye
Li eqîde w rastiyê, dîtna qusûra lê ye
Îman tesdîq e, îz‘an, teslîm, îltîzam lewra
Ku mumkin be lazim e tu bibî peyrew be jê ra
Rexne d’kuje teslîmê hem lipeyçûn û îz‘an
Îltîzamê jî wisa, tenê d’mîne rastdêran
Çendî bêguman jî be, ku b’tenê ma rastdêran
Xemsar û nekar dibe, laubalî l’wan deran
Lazim e bo herkesî di vê dema gumanan
Berçavka husn-u zennê da safî bike dilan
Bo dîtina rastiyê husn-u zenn divê hebe
Îz‘an û îltîzamê lewra ew pêş ve dibe
Divê bi husn- zennê tedqîq bibe ew raman
Ku ji dilê safî tê teşwîqker e ew beyan