Çawa dema tu ji kevirekî piçûk î normal re bibêjî ku ji Kabeyê girîngtir e û ji Çiyayê Uhudê jî mezintir e, hingê tu bêexlaqiyeke nerind dikî; eynî wisa jî îmana bi qasî Kabeyê hêja, Îslamiyeta mîna Çiyayê Uhudê mezin û gelek taybetmendiyên Îslamî, hezkirin û tifaqê dixwazin. Îcar eger aqilê te hebe tu dê fêhm bikî bê çiqasî bêînsafî, bêaqilî û zilmeke mezin e ku tu hinek qusûrên mîna kevirên piçûk tercîhî îman û Îslamê bikî.
Evqas yek; yekîtî û yekbûnê, lihevhatin û bihevkirinê, hezkirin û biratiyê dixwazin. Ew dikarin kaînatê û hemî kûreyên tê de bi zincîrên manewî bi hev ve girêbidin. Êdî eger mirov dev ji van zincîrên zexm berde û here bi tiştên mîna pevçûn û nîfaqê, kîn û dijmintiyê ku weke tevna pîrepindê bêqîmet in bigire, dijmintiya bawermendan bike, kîna wan bike dilê xwe; eger dilê te nemiribe û aqilê te mabe, tu dê fêhm bikî bê ev li hember bendê yekîtiyê çiqasî bêhurmetî ye, piçûkdîtina wesîleyên hezkirinê û neheqiya li têkiliyên biratiyê ye.
Aliyê Sisêyan: Li gorî sirra
وَ لاَ تَزِرُ واَزِرَةُ وِزْرَ اُخْرىَ
ku edaleta mehz, ango edaleta sirf û tam îfade dike, zilmeke bêhed mezin e ku mirov ji ber sifetekî xirab yê bawermendekî, bi kîn û dijmintiyê wan sifetên masûm yên din mehkûm bike. Bi taybetî jî eger mirov ji sifetekî xirab yê bawermendekî bixeyide û dijmintiyê şamilî ser xizmên wî bewermendî jî bike, ev zilmeke pir mezin e ku Qur’an wê bi sîxa mubalexeyê [forma ku pirbûnê îfade dike]
اِنَّ الْاِنْساَنَ لَظَلُومٌ
îfade dike. Îcar digel ku heqîqet, şerîet û hikmeta Îslamê te hişyar û îqaz dikin jî, çawa tu xwe mafdar dibînî û dibêjî: “Mafê min heye?”
Di çavê heqîqetê de xirabiyên ku sebebê dijmintiyê ne, mîna şer û axê hişk û çepel in; nagihin mirovan wan qirêj nakin.