Jiyana exlaqê bala rastî ye, mîhwera pêşveçûnê rastî ye, nîzama alema Îslamê rastî ye. Ya ku mirovan digihîne Kabeya kemalatê û taybetmendiyên çê rastî ye, ya ku Eshabê Kîram ji temamê mirovan balatir kirin jî rastî ye û ya ku Muhemmedê Haşimî (e.s.w.) bire mertebeya herî bala ya mirovahiyê jî dîsa rastî ye.
(İşaratu’l-İ’caz: 103-104)
***
Paşgotinî, Xîbet
Ji Xala Pêncan, di Şuaya Pêşîn ya Şuleya Pêşîna Peyva Bîst û Pêncan de, di mînakên mijara devavêtin û xirabnîşandanê de ev mijar hatiye nişandan. Di wir de, hatiye ravekirin, ku ayeteke tenê bi şeş awayên mucîzane mirov ji paşgotiniyê dide nefretkirin û nîşan dide bê paşgotinî di çavê Qur’anê de çiqas tiştekî xirab û şenî e. Loma jî pêdivî bi tu ravekirinên din nemaye. Belê, jixwe piştî ravekirina Qur’anê tu ravekirin nabin û pêdivî jî bi wan tune.
Di ayeta
أَيُحِبُّ أَحَدُكُمْ أَنْ يَأْكُلَ لَحْمَ أَخِيهِ مَيْتًا
de bi şeş radeyan zemma paşgotiniyê tê kirin [xirab tê dîtin, xirabiya wê tê gotin] û bi şiddet tê redkirin. Dema ku ev ayet berê xwe dide kesê ku paşgotiniyê dikin, bi maneya xwe tiştekî weha îfade dike:
Tê zanîn ku “Hemze”ya di serê ayetê de, ji bo pirskirinê ye, tê maneya “gelo”. Ev maneya pirskirinê mîna avê diherike nava hemî peyvên ayetê; di her peyvê de hukmekî wê yê veşartî heye:
Hukmê Pêşîn: Bi “Hemze”yê dibêje: Ma aqilê we -yê ku cihê pirskirin û bersivdayinê ye- tune ku tiştekî weha xirab fêhm nake?