Derew
Riyakarî cureyek ji derewên fiîlî ye. Melaqî û xwepêçêkirin derewkariyeke nemerd in. Durûtî û munafiqtî jî derewkariyeke bizirar in. Derewkarî jî îftîraya li qudreta Çêkerê Zulcelal e.
Kufr, bi temamê cûreyên xwe derew e, derewkarî ye. Îman jî rastî ye, durustî ye.
Li gorî vê hikmetê di navbera rastî û derewkariyê de mesafeyeke bêhed mezin heye. Divê ew herdu mîna rojhilat û rojava ji hev dûr bin û mîna agir û nûrê tevlîhev nebin. Lê siyaseta xeddar û propagandaya zalim ew jî û çêyî û fezîletên însan jî tevlîhev kirine. (Haşiye)