Hem jî di çarçeveya mirovahiyê de milletê cihû ji her milletî pirtir bi dinyayê digire û bi eşq û şewq xwe bi jiyana dinyayê ve girêdide. Ew serweta ku milletê cihû bi faîza nemeşrû û bi zehmetiyeke mezin bi dest dixe, feydeya wê ji milletê cihû re hindik e, ew tenê xizînedariya wî malî dike. Û hem jî ew şeqama zillet û sefaletê, kuştin û xayintiya ku ji milletên din dîtine nîşan didin ku hirs jêdera zillet û xisaretê ye.
Hem jî mirovê bi hirs hertim di zirarê de ye. Ji bo vê rastiyê jî mînakên wisa pir hene ku gotina
اَلْحَريِصُ خَائِبٌ خَاسِرٌ
êdî bûye derbûmesel û di çavê xelkê de weke rastiyeke giştî hatiye qebûlkirin. Madem wisa ye, eger tu pir ji mal hez bikî, naxwe ne bi hirs, lê bi qenaet bixwaze da ku pir were.
(Mektubat: 366-367)
***
Xaliqê Rehîm li hember nîmetên ku dane, ji mirovan şukirkirinê dixwaze. Îsraf dijê şukrê ye û li hember nîmetê jî piçûkdîtineke bi zirar e. Lê heçî liberxistin e, ew li hember nîmetê ticareteke hurmetkar e.
Belê, liberxistin hem şukrekî manewî ye, hem jî hurmetkariya li hember rehma Xwedê ya di nîmetan de ye. Hem bi awayekî eşkere sebebê bereketê ye, hem jî ji bedenê re weke perhîzeke sebebê sihhet û tendurustiyê ye. Hem sebebekî rûmetê ye ku mirov ji zilleta parsekiya manewî xilas dike, hem jî wesîle ye ku mirov lezzeta nîmetan tam dike. Herweha liberxistin ji nîmetên ku zahiren bêlezzet xweya dikin re jî sebebê lezzetstandinê ye. Lê heçî îsraf e, ji ber ku dijê van hikmetan e, encamên wê yên pir xirab hene.
(Lem’alar: 207)
***