Ya Sisêyan: Kurrîtî îxlasê dikuje, zirarê dide amelê axretê. Lewra eger kurrîtiya ehlê teqwayê hebe, spehîdîtina xelkê dixwaze. Yê ku qîmetê bide spehîdîtina xelkê jî îxlasa tam peyda nake. Ev encam pir girîng e, divê mirov lê pir diqqet bike.
Welhasil, îsraf bêqenaetiyê çêdike. Bêqenaetî jî şewqa xebatê kêm dike, însan zexel dike, deriyê gilî û gazinan vedike. Daîmî gilî û gazinan bi mirov dide kirin. (Haşiye) Bêqenaetî îxlasê dikuje, deriyê riyayê vedike. Rûmeta mirov jî binpê dike, rêya parsekiyê nîşan dide.
Lê heçî liberxistin e, qenaetê çêdike. Li gorî hikmeta hedîsa
عَزَّ مَنْ قَنَقَ ذَلَّ مَنْ طَمَعَ
ji qenaetê izzet çêdibe. Însan sewqî kar û xebatê dike, cesaretê didiyê. Şewqa wî zêdetir dike û wî dide xebitandin. Mesela eger rojekê bixebite, bi wê ucreta ku êvarê distîne qenaet dike û roja din dîsa dixebite. Lê kesê musrif jixwe qenaet nake û roja duduyan jî naxebite. Heke bixebite jî bê şewq dixebite.
Ji hêla din ve qenaeta ku ji liberxistinê çêdibe, deriyê şukrê vedike, yê şîkayetê digire. Kesê qenaetkar daîmî şukirdar e. Bi saya qenaetê, xwe muhtacê xelkê nabîne û li ecibandina wan nagere. Deriyê îxlasê li ber vedibe, yê riyayê tê girtin.
Min di daîreyeke fireh de gelek zirarên dijwar yên libernexistin û îsrafê dîtine: