Bi şev tu di dilê xwe de bi hirs xewê meraq dikî, lê tişta mayî jî ji destê te diçe û bêxew dimînî.
Du parsek: Yek bi israr û bi hirs e; yê din bi qenaet e xwe nahelêfe. Tu jî dixwazî pirtir bidî yê duduyan. Ev arzûya te numûneyek ji vê qanûna berfireh e.
(İçtimaî Dersler, Hakikat Çekirdekleri: 233-234)
***
Îsraf kurrîtiyê çêdike. Kurrîtî jî sê tiştan çêdike:
Ya Pêşîn: Bêqenaetî. Bêqenaetî şewqa kar û xebatê dişikîne. Nahêle ku mirov şukir bike, dike ku mirov şîkayet bike. Bêqenaetî zexeliyê zêdetir dike. Dev ji malê hindik (Haşiye) , meşrû û helal berdide, li malekî ne meşrû û bêzehmet digere. Di wê rêyê de îtibar û rûmeta xwe feda dike.
Ya Duduyan: Bêparmayin û zirar e. Mirov nagihe armanca xwe, sar dibe, ji hêsanî û alîkariyê mehrûm dimîne. Rastiya gotina
اَلْحَريِصُ خَائِبٌ خَاسِرٌ
yanî; “Kesê bi hirs hertim di zirarê de ye, bi ser nakeve” derdikeve holê. Bandûra kurrîtiyê û qenaetê bi destûreke giştî di alema jîndaran de berdewam e. Bo mînak, qenaeta fitrî ya daran dike ku rizqê wan tê ber wan. Ew lez û beza ku heywan bi kurrîtî ji bo rizqê xwe dikin û dîsa jî di zehmetî û kêmasiyê de ne; zirara mezin ya kurrîtiyê û feydeya mezin ya qenaetê nîşan didin. Hem jî çêlîkên zeîf bi zimanê hal qenaet dikin, xwarineke weke şîr pak û paqij bi şiklekî ku ew jî texmîn nakin, diçe ber devê wan. Lê heywanên dirinde bi hirs êrîşî wî rizqê kêm û qirêj dikin. Ev mînak jî vê teza me bi şiklekî eşkere îsbat dike.