Bi izna Xwedê emê bi şûrê
لَا تَقْنَطُوا مِنْ رَحْمَةِ اللَّهِ
sêrê wê bêhêvîbûnê bipekînin û bi rastiya hedîsa
ماَ لاَ يُدْرَكُ كُلُّهُ لاَ يُتْرَكُ كُلُّهُ
jî pişta wê bişikinîn.
Bêhêvîbûn ji ummet û milletan re nexweşiya herî dijwar e; qansêr e. Li dijî rastiya
اَناَ عِنْدَ ظَنِّ عَبْديِ بيِ
ye û ji kemilînê re jî asteng e. Bêhêvîbûn tenê layiqê tirsonek, nemerd û nekaran e, ji wan re hêncet e; lê ne babetê mezinî û qehremaniya Îslamê ye. Bi taybetî jî bêhêvîbûn ne layiqê gelekî mîna Ereban e ku gelekî bijarte ye û taybetmendiyên wî yên bala ku pê pesnê xwe bide pir in. Alema Îslamê ji jêhatîbûn û berxwedana Ereban ders sitandine. Înşaellah yê dîsa Ereb dev ji bêhêvîbûnê berdin û bi leşkerê qehreman yê Îslamê Tirkan re bibin yek, destê xwe bidin hev û alaya Qur’anê li her deverê dinyayê liba bikin.
(İçtimaî Dersler, Hutbe-i Şamiye: 52-53)
***
Tengezarî mamosteya sefahetê ye. Bêhêvîbûn jêdera fikra jirêketinê, reşbûna dil û tengezariya rûhî ye.
(İçtimaî Dersler, Hakikat Çekirdekleri: 224)
***
Tişta ku însan vedijîne armanc e, ya ku dikuje jî bêhêvîbûn e.
(İçtimaî Dersler, Hakikat Çekirdekleri: 218)
***
Hêviya bi niyeteke baş, jiyana herî xweş e.
Niyeta xirab û bêhêvîbûn dijminên bextewariyê û kujerên jiyanê ne.
(İçtimaî Dersler, Lemeat: 403)
***