مَنْ تَمَسَّكَ بِسُنَّتِى عِنْدَ فَساَدِ أُمَّتي فَلَهُ أَجْرُ شَهيدٍ
Yanî “Kî di dema fesada ummeta min de li pey sunneta min here, jê re xêra sed şehîdî heye.”
Belê, lipeyçûna sunneta seniyye tiştekî pir hêja ye. Bi taybetî jî di dema pirbûna bid‘etan de lipeyçûna sunneta Pêxember hê pirtir qîmeta xwe heye. Dema ku xirabî zêde dibe, eger mirov bi tiştekî piçûk jî bide pey wê sunnetê, mirov ji gunehan tê parastin û îmaneke zexm di dilê mirov de pêk tê. Lipeyçûna sunneta Pêxember (e.s.w) wî bi xwe tîne bîra mirov. Bi vî awayî ev bîrxistina han dibe bîranîneke li hizûra îlahî. Hetta di tevgereke pir piçûk de jî; mesela di xwarin, vexwarin û raketinê de jî dema mirov weke wê sunnetê tevbigere, ew karê piçûk û normal dibe îbadetekî şer‘î û bi xêr û bêr. Çimkî mirov bi wê tevgera piçûk jî dizane ku rêbazeke şerîetê heye, û bi wî awayî mirov dixwaze bide pey Pêxemberê Ekrem.
Ha ji ber vê yekê, kesê ku lipeyçûna sunneta seniyye ji xwe re bike adet, adetê xwe dike îbadet. Mirovekî ku weha bike, tevayiya umrê xwe ji xwe re dike îbadet û jê sûdê distîne.
(Lem’alar: 82)
***
قُلْ إِنْ كُنْتُمْ تُحِبُّونَ اللَّهَ فَاتَّبِعُونِي يُحْبِبْكُمُ اللَّهُ
Ev ayeta pîroz bi awayekî pir vebirî diyar dike ku lipeyçûna sunneta Pêxember çiqasî muhîm û lazim e.