Li cem me sulûk ji nefspiçûkiyê dest pê dike, di xwetunedîtinê de derbas dibe û meqamê fenafillah dibîne. Dest pê dike, diçe meqamên bêsînor û bêdawî. “Ez” û nefsa emmare tevî xurûr û forsa xwe vedimirin. Di filehiyê de “ez” digel pêdiviyên xwe yên din bi hêz dibe. Mirovekî navdar û “ez”a wî bi hêz, eger fileh be, dibe mirovekî hişk, lê eger musliman be dibe yekî laqeyd.
(İçtimaî Dersler, Hakikat Çekirdekleri: 232)
***
Zexelî, Teralî û Wezîfedarî
Pirs: Sebebê ku em ketine zîndana teraliyê çi ye?
Bersiv: Jiyan tekoşîn e, “şewq” jî tişta ku mirov lê siwar dibe ye. Dema ku hêza we li “şewq”ê siwar dibe û derdikeve qada cengê, pêşî ew dijminê dijwar “bêhêvîbûn” derdikeve pêşiyê, quwweta wê ya manewî dişikîne. Hûn jî şûrê
لاَ تَقْنَطُوا
li dijî wê bikar bînin.
Paşî zordestiya meyla serdestiyê êrîş dike û dikeve şûna xizmeta heqiya hêsan. Li serê himmetê dixe, wê dike bin xwe. Hûn jî rastiya
كُونُوا لِلَّهِ
bişînin ser wî dijminî.
Pey wê re, lezkirina bêrêkûpêk tê. Ew lez piçûk û mezinên xeleka zincîra sebeban ji hev naqetîne û lingê himmetê dişemitîne. Li hember wê
وَاصْبِروُا وَصاَبِرُوا وَراَبِطُوا
bikin kozik.
Pey wê re jî, ramana şexsî û ferdparêziyê derdikevin. Ji ber ku însan bi xwezaya xwe medenî ye, xwe berpirsyar dibîne ku mafê hevcinsên xwe biparêze. Lê ramana şexsî û ferdparêziyê ji vê cehda însan re dibin asteng. Hûn jî mucahidê alîhimmet
خَيْرُ النَّاسِ اَنْفَعُهُمْ لِلنَّاسِ
derbixin pişiya wê.