Milliyet (Ya Erênî û Ya Neyînî)
Hebûna milliyetê yan erênî ye ku bi şefqeta hevcinsan vedijî û sebebê hevnasîn û desthevgirtinê ye; yan jî neyînî ye ku bi hirsa rehperestiyê çêdibe û sebebê nefret û dijmintiyê ye. Îslamiyet vê red dike.
(İçtimaî Dersler, Sünuhat: 243)
***
Îddîayeke din jî ku li dijî me tê gotin ev e: Guya em li hember milliyetperweriyê di şer de ne.
Em ne li dijî hezkirina milliyeteke erênî ne ku maneya xwe ew be ku milletê Tirk, yê qehreman, bijarte û serkeftî li hundir bi hêz bibe. Lewra wan hezar salî beyreqdariya Îslamê kirine; ala hîdayetê û ronahiya heqîqî ya medeniyetê liba kirine, ji xelkê re tîrêjên edalet, mirovayî û bextewariyê birine, ronahiya hêvî û dilrihetiyê hilgirtine. Em ne li dijî milliyeteke weha ne, em bi semîmiyeta rûhê xwe vê dixwazin.
Tişta ku em li ser navê welat û millet li dijî wê ne; milliyeta ku şaş tê fêhmkirin û xirab tê bikaranîn e. Ew milliyeta neyînî ye ku biratiya mislimantiyê ji holê radike, tenê li avantaja civatekê ye û rûhê destdirêjî û nefretê di nav civatê de çêdike.
(Müdafaalar: 164-165)
***
Mijara Sisêyan
يَا أَيُّهَا النَّاسُ إِنَّا خَلَقْنَاكُم مِّن ذَكَرٍ وَأُنثَى وَجَعَلْنَاكُمْ شُعُوبًا وَقَبَائِلَ لِتَعَارَفُوا
Yanî: