Şêwr û Îstîşare
Ji xweşikiya danûstandina fikr e ku mirov armanc û pîşeyan li ser delîlên vebirî ava bike, rastiyan û heqê sabit ku xwe digihîne kemalê bi hev ve girêbide. Encama vê: Dema ku batil cilê heqiyê li xwe kirin jî, fikr û ramanan naxapîne.
(Muhakemat: 34)
***
Heta ku hûn dikarin girîngiyê nedin bayên muweqqet û di bin bandûra wan de nemînin. Jixwe desthevgirtina we ya semîmî û şêwra şer‘î, we ji tiştên wisa diparêze û ramana şexsê manewî ya di nav we de bi şêwrê diyar dike.
(Kastamonu Lahikası: 205)
***
Bila haya we ji we hebe! Ji ber cihêbûna fikrê we, ji ber aliyên we yên zeîf û ji ber debara dinyayê, bila ehlê jirêketinê îstîfade nekin û berê we nedin hev. Bi şêwra şer‘î ramanên xwe ji peşkilandinê biparêzin. Prensîbên Rîsaleya Îxlasê bila hertim li ber çavê we bin.
(Kastamonu Lahikası: 136)
***
Eger bête gotin: Çima tu ewqas girîngiyê didî vê şûrayê? Jiyan û pêşveçûna mirovahiyê, ya parzemîna Asyayê û bi taybetî jî ya Îslamiyetê yê çawa bi şûrayê çêbibe?
Bersiv: Çawa ku di Îxlasa Lem‘eya Bîst û Yekê de jî hatiye ravekirin, şûraya bi heqî îxlas û desthevgirtinê çêdike. Çawa ku sê elîf dikin sed û yazdeh, wisa bi îxlas û desthevgirtina heqîqî jî, sê mirov dikarin bi qasî sed mirovî feydeyê bidin. Gelek bûyerên dîrokî agahiyan didin me ku bi sirra şêwrê, bi îxlas û desthevgirtina heqîqî deh mirov bi qasî hezar mirovî xebitîne.
Madem pêdiviyên mirovan bêhed in, dijminên wan bêjimar in û hêz û sermayeya wan jî pir hindik e; -bi taybetî jî ji ber pirbûna mirovên bizirar û xirabker ku ji ber bêdîniyê bûne cinawir- naxwe jiyana mirovan ya şexsî û ya civakî jî, wê li hember wan