carna bi îlhamê carna jî bi xwesipartina wehyê û carna jî bi feraset û têgihiştina xwe, bi awayekî berfireh rave dike û tîne ber çavan. Ravekirin û teswîrkirina ku Pêxember bi îctîhada xwe dike; yan di çarçova pêxemberiyê de ye ku bi hêzeke pîroz û qedirbilind pêk tê, yan jî li gorî orf û adetan û li gor raya gel e ku di çarçeveya mirovahiyê de rave dike.
Loma jî mirov bi çavê ku hemî wehy e û ji aliyê Xwedê ve hatiye, li temamê teferruatên her hedîsê mêze nake. Di raman û tevgerên însanî de mirov li nîşanên pêxemberiyê/wehyê nagere.
Hinek bûyer bi kurtayî û bi awayekî mutleq ji Pêxember (e.s.w.) re tên, ew jî bi têgihiştin û zîrekiya xwe, li gorî têgihiştina xelkê teswîr dike, şikil didiyê. Carna divê ew teswîra girtî û zehmet şîrove bibe, armanca wê bête diyarkirin. Çimkî hinek rastî hene ku tenê bi mînakan têne fêhmkirin. Mesela: Carekê li hizûra Pêxember dengekî bilind hatiye bihîstin, wî jî ferman kiriye, gotiye: “Ev heftê sal bûn ku kevirek digindirî, niha gihaşte binê dojehê. Ev deng yê wî bû.” Piştî saetekê xeberek hatiye gotine: “Munafiqekî navdar di heftêsaliya xwe de mir û çû dojehê.” 1 Li vir Pêxember (e.s.w.) bi mînakeke edebî şîroveya vê bûyerê kiriye.
(Mektubat: 127)
***
Belê, zana û rexnelêgirên ilmê hedîsê di zanîna hedîsê de pir bi pêş ve çûne. Ji awayê gotina Pêxember û uslûba wî ya bala, tecrubeyeke wisa sitandine ku di nav sed hedîsî de jî yeke ku li ser navê Pêxember hatiye gotin bibînin wê red dikin û dibêjin: “Ev tişta hatî gotin mewdû” 2 e; ne hedîs e, ne gotina Pêxember e.” Eynî mîna serrafan cewherê hedîsê nas dikin, wê û gotinên din tevlîhev nakin. Tenê hinek lêkolînerên mîna Îbni Cewzî*