Sîrata musteqîm, îşareta bi bal edaletê ve ye ku ji cewherên mêranî, îffet û hikmetê çêdibe. Bo mînak:
Bedena însan tûşî felaket û veguherînan tê û muhtacê pir tiştan e. Ji bo jiyana rûhê ku di wê bedenê de hatiye bicihkirin jî, sê hêz hatine çêkirin. Ew hêz jî ev in:
Ya Pêşîn: Hêza şehewî û heywanî ya ji bo bidestxistina menfaetê ye.
Ya Duduyan: Hêza heywanî û hêrsê, ya ji bo xweparastina ji tiştên nebaş e.
Ya Sisêyan: Hêza eqlî û melekî ya ji bo veqetandina kar û zirar, başî û xirabiyê ye.
Lêbelê, digel ku şerîetê ji van hêzên însan re hed û pîvan danîne jî, ji hêla fitretê ve tu hed û pîvanên van hêzan tunin. Loma jî heryek ji wan sê mertebeyên xwe hene: Tefrît, weset û îfrat.
Mesela, tefrîta hêza şehewî xesandin e; şehweta mirov ne ji helal re heye, ne jî ji heram re. Îfrata wê gunehkariya eşkere ye, destavêtina namûs û iffetê ye. Weseta wê jî namûs û iffet e; şehweta mirov ji helalê wî re heye, lê ji heram re tune.
Hişyarî: Ev hersê mertebe [îfrat, weset û tefrît] di warên xwarin, vexwarin, razan û axaftinê de jî hene.
Eynî bi vî rengî, mertebeya tefrîtê ya hêza hêrsê tirsonekî ye; mirov ji tiştên ku divê mirov jê netirse, ditirse. Îfrata wê mêraniya ehmeqane ye; mirov ne ji tiştên maddî, ne jî ji yên manewî ditirse. Temamê cûreyên zilm û zordestiyê fêkî û berên vê mertebeyê ne. Mertebeya weset jî mêranî ye; mirov ji bo mafê dînî û dinyayî canê xwe feda dike, lê têkilî tiştên nemeşrû nabe.
Hişyarî: Di teferruatên vê hêzê de jî sê mertebe hene.
Dîsa tefrîta hêza eqlî gêjîtî ye; haya mirov ji tu tiştî tune. Îfrata wê cerbeze ye; hişekî wisa bi mirov re ye ku bi xapandinê tişta batil heq, ya heq jî batil nîşan dide. Weseta wê jî hikmet e; mirov heqiyê nas dike, li pey diçe, batil jî nas dike, xwe jê dûr dike.
(İşaratu’l-İ‘caz: 32-33)
***