Îcar medeniyetê, digel temamê komeleyên xêrê, mektebên exlaq, disiplîna dijwar û nîzama xwe jî, ev herdu çîn li hev neanîne û ev birîna kûr ya jiyana mirovan derman nekiriye. Qur’an bi ferzkirina zikatê peyva pêşî ji kokê radike, derman dike; koka peyva duduyan jî bi heramkirina faîzê radike û wê jî derman dike.
Belê, ayeta Qur’anê li ber derê alemê disekine, ji faîzê re dibêje, “Qedexe ye!” Ji xelkê re jî weha ferman dike: “Ji bo ku hûn pêşiyê li şer û pevçûnê bigirin, deriyê bankê bigirin!” Ji şagirtên xwe re jî emir dike, dibêje: “Nekevinê!”
(Sözler: 504)
***
Îstîqamet û Îtîdal
Di nav exlaqê mirovan de rêya herî hêsan, herî kin, herî bi feyde û herî bi ewle îstîqameta sîrata musteqîm, ango rêya rast e.
Mesela, dema ku hêza eqlî, hikmeta heddê normal û îstîqameta bifeyde û hêsan wenda bike; dikeve nav cerbezeyeke îfrat û tefrîtê, dikeve rêyeke ehmeqane û zehmet û di wê rêya dirêj de tûşî bela û talûkeyan tê.
Eger hêza hêrsê, mêraniya ku heddê îstîqametê ye taqîb neke; yan yê bi îfratê bikeve rêya netirsiyeke zilimkar û zordest, yan jî yê bi tefrîtê bikeve rêya bindestî û tirsonekiyeke bi êş. Ji ber ku îstîqameta xwe wenda kiriye, yê weke cezayê wê şaşiya xwe hertim ezabekî wijdanî bikişîne.
Eger hêza şehewî ya mirovan îstîqameta ewle û namûsê wenda bike; yan yê bi îfratê bikeve fuhûşê, gunehkariyeke rezîlane û bi bela; yan jî yê bi tefrîtê xwe eqîm/nemêr bike, ji lezzeta nîmetan bêpar bimîne û ezabê wê nexweşiya manewî bikişîne.
Ha li gorî van rastiyan, di nav temamê rêyên jiyana şexsî û ya civakî de rêya herî bi feyde, ya herî hêsan û ya herî kin Îstîqamet e. Eger sîrata musteqîm, ango rêya rast bête wendakirin, ew rêyên din pir bi zirar û bela ne.
(Şualar: 618-619)
***