Ji çîna jor jî di şûna merhemet, qencî û dayinê de li hember çîna jêr, agirê zilmê dibare, barînên serdestiyê ji wan bilind dibin, birûskên biçûkxistinê dibarin.
Ha ji ber vî haletê rûhî ye; karakterên ku sebebê nefspiçûkî û merhemetê ne, bûne sebebê xwemezinkirin û xurûrê. Nekarîna feqîran ku sebebê şefqet, rehmlêkirin û alîkariyê ye, bûye sebebê feqîrî, dîlî û perîşaniyê.
Ger tu şahid dixwazî, li xirabî û rezaleta alema medenî binêre, wê zeman gelek şahidan nîşanî te bide.
Welhasil: Yekane çareya mesleheta herdu çînan û nêzîkbûna wan ew e ku belavkirina zikata ku ji ruknê Îslamê ye, di temamê civatê de weke destûreke bala bête pejirandin û faîza ku ji gunehên mezin e digel hemî navgînên xwe ji holê bête rakirin. Edaleta Qur’anê li ber derê alemê disekine û ji faîzê re weha dibêje: “Qedexe ye, mafê te tune, tu nikarî bikevî hundir.”
(İçtimaî Dersler, İşarat: 330-331)
***