Çiqas hûn herdu extiyar bibin, yê hezkirina we zêde bibe û hûnê jiyaneke bextewar bi hev re derbas bikin. Yan na, eger hezkirin ya xweşikiya diharî û nefsanî be, zû xira dibe û têkiliyên di navbera mêr û jinê de jî xirab dike.
Hezkirina te ya ji dêwbavên te ji ber ku ji bo Xwedê ye îbadet e. Çiqas ew extiyar bibin, divê tu zêdetir qedrê wan bigirî û pirtir ji wan hez bikî.
(Sözler: 808-809)
***
Ji ber ku şefqeta însan çirûskek ji merhemeta Xwedê ye, divê ji dereceya rehmetê û şefqeta Rehmeten li’l-Alemîn (e.s.w.) derbas nebe. Eger derbas bibe, hingê ew şefqet ne merhemet û şefqet e; ew nexweşîneke rûh û dil e ku deriyê jidînderketinê û jirêketinê vedike.
(Kastamonu Lahikası: 52)
***
Qedirgirtin û merhemeta ku ji jiyana civakî re hem esas in û hem jî wê bi rê ve dibin, pir qels bûne. Li hinek cihan ji extiyar û dêwbavên kal re rewşên pir xemgîn çêdibin. Şukir ji Xwedê re be, cihê ku Rîsaleyên Nûr ketibiyê, li hember vê kambaxiya dijwar serî hildide û wê xirabûnê tamîr dike. Çawa ku bi xirabûna Seda Zulqerneyn yê Ye’cûc û Me’cûc dinyayê xirab bikin, bi lerizîna seda Qur’anê ango şerîeta Muhemmedî jî xirabiyeke ji ya Ye’cûc û Me’cûcan xirabtir, di exlaq de çêdibe; jiyan tarî dibe, bêdîniyeke anarşît û zulimkar dest bi wêrankirinê dike.
Înşaellah şagirtên Rîsaleyên Nûr yê di bûyerên weha de bi xebata xwe ya manewî eynî mîna zemanê sehabiyan bi karekî piçûk gelek amelê salih û xêrên mezin bi dest bixin.
(Kastamonu Lahikası: 119)
***
Mafê dêwbav û Eqrebayan
... Hikmet û rehmeta Xwedê şefqet kiriye dilê dêwbavan û bi wan destên bi merhemet tu xwedî kirine. Hezkirina te ya ji bo vê bimerhemetbûnê ji hezkirina Xwedê ye. Dema ew pîr û kal dibin, tu feydeya wan nagihe te û ji te re dibin bar jî, lê tu pirtir ji wan hez dikî û qedrê wan digirî, ev jî elametê wê ye ku ew hezkirin ji bo Xwedê ye.