Di jiyana mirovan de navenda herî giştî, hîmê herî girîng, bihişta bextewariya dinyayê û parastgeha asê famêle ye. Mala herkesî jê re dinyayeke piçûk e. Bextewariya wê malê û wê famêleyê jî bi qedirgirtineke wefadar, ciddî û semîmî û merhemeteke fedakar, bi şefqet û heqîqî çêdibe. Ev qedirgirtina heqîqî û merhemeta semîmî divê li ser bingeha hevaltî û bihevrebûneke daîmî hatibin avakirin. Divê têkiliyên wan ji bo jiyaneke bêdawî bin û hertim bi hev re weke bav û kur, xwişk û bira, heval û hogiran bin.
Mesela mêr dikare weha bibêje: “Ev hermeta min, rêhevala jiyana min ya warekî ebedî û jiyaneke bêdawî ye. Ku niha pîr û nerind bûbe jî tu zirara wê tune. Lewra xweşikiyeke wê ya ebedî heye, yê were. Ji bo xatirê vê hevaltiya daîmî ezê hertim fedakarî û dilovaniyê bikim.” Bi vî awayî dikare li hember xanima xwe ya extiyar bi hezkirin, dilovanî û merhemet tevbigere.
Yan na, ew hevaltiya piştî du saetên bihevrebûnê ku êdî herdu heta bi hetayê dev ji hev berdidin, helbet mumkin e ku di dema bihevrebûnê de jî bibe qedirgirtineke sexte, merhemeteke muweqqet û bêbingeh. Dibe ku ew hezkirin dawiyê bibe merhemeteke mecazî û qedirgirtineke çêkirî ya mîna hezkirina heywanan ku ew jî dilê xwe li ser hevcinsê xwe diêşînin. Çawa ku di jiyanê de jî tê dîtin, menfaet û hissên din wê qedirgirtina sexte û merhemeta çêkirî mexlûb dikin û bihişta dinyayê dikin dojeh.
(Şualar: 210-211)
***
Peywira bawermend li hember bawermend ew e ku qedrê mezinan bigire, li piçûkan merhemetê bike û ji hevsalên xwe jî hez bike, qîmetê bide wan.
(İçtimaî Dersler, Lemaat: 489)
***
Hezkirina te ya ji hevjîna te madem li ser exlaqê xweş, şefqet û rehmetê hatiye avakirin, dema tu ji wê hevjînê bi rastî hez bikî û merhemetê lê bikî, yê ew jî qedrê te bigire û pir ji te hez bike.