Helbet piçek hessasiyeta muweqqet û nazî, nikarin wê dersa mezin û peywendiyên biratiyê xira bikin. Lem‘eya Îxlasê di vê mijarê de hîmekî asê û bingehîn e. Niha plana herî xirab ya li dijî me ku dixwaze derbê li me bixe û me ji hev belav bike; ew e ku dixwazin şagirtên Rîsaleyên Nûr ji hev sar bikin û ji hêla fikrî ve cudatiyê bixin nav wan. Gerçî naziyeke weha piçûk çêbû, lê çendîn ku mûyek jî bikeve çavê mirov bi qasî ku kevirek li serê mirov bikeve diêşe. Loma jî mîna bûyereke mezin matareyê min xeber da. Merhûm Hafiz Alî berî wefata xwe ji tiştekî weha piçûk gazin dikirin, ji hingê ve belkî sed carî hatiye bîra min û ez pê diêşim.
(Şualar: 543-544)
***
Hurmet û Merhemet
Belê, di jiyana civakî ya mirovahiyê de am û xas; yanî zengîn û feqîr di nava ahengekê de bi rihetî dijîn. Bingeha wê ahegenê jî ew e ku bi zengînan re merhemet û şefqet, û bi feqîran re jî hurmet û îtaet hebe.
(Sözler: 503)
***
Ji bo ku jiyana civakî ya vî milletî û vî welatî ji siyasetê, anarşîstiyê û ji xeterên mezin xilas bibe pênc bingeh jê re lazim in: Yek jê merhemet e. Ya duduyan hurmet e. Ya sisêyan jî emniyet e. Ya çaran zanîna heram û helal e, xwedûrkirina ji heram e. Ya pêncan devjêberdana serserîtiyê ye û îtaetkirin e. Êdî dema ku Rîsaleyên Nûr li jiyana civakî dinêre van her pênc bingehan bi cih tîne, bi vî awayî hîmê bingehîn yê emniyet û ewlehiyê tesbît û temîn dike.
(Kastamonu Lahikası: 140)
***
Eger hurmet û merhemet ji dilê însan derkevin, hingê hiş û aqilê wî wî dikin weke hûtekî dijwar û xeddar, êdî ew mirov bi siyasetê nayê îdarekirin.
(Şualar: 586)
***