Kitaplar
Rêbera Xizmetê

   Heqîqetên Rîsaleyên Nûr bi sed dereceyî di ser şexsiyeta min re ne! Tenê di vê dema tarî û vê sedsala bi nexweşî de ew heqîqet û rastî weke alîkariyeke rehma Xwedê, ji dermanxaneya Qur’anê derketine û ji me re hatine dayin. Şexsiyeta min ya ji amê û qabiliyeta min ya ku bi qasî dendikekê jî qîmeta wê tune, ji heqîqetên Rîsaleyên Nûr re nabin numûne, çavkanî û navend. Ya rast ez mirovekî pir bêçare, muhtac û ricakarekî li ber dergehê Qur’anê me. Tenê dibim wesîle ku wê bigihînim muhtacan. Şagirtên Nûrê yên xalis û muxlis, rast û durust, jidil û fedakar vê şexsiyeta min bi husn-u zenna xwe sed qetî jê çêtir dizanin. Wan navê Seyda li vî mirovê belengaz kiriye, ez hem ji bo ku wî şexsî di çavê wan de pir kêmî wê husn-u zenna wan nekim, wê husn-u zenna wan li boşê dernexim, dilê wan nehêlim, şewqa wan ya xebata Rîsaleyên Nûr neşikînim, mecbûrî xwepêçêkirinê, melaqiya giran û zehmet nebim û hem jî ji ber koçberkirin û tenêhiştina bîst salan; ku ne xizmeta Rîsaleyên Nûr be, ez bi dostên xwe re jî hevdîtinê qebûl nakim. Ez rûhen mecbûr dibim ku qebûl nekim.

   Ey nefsa min! Bizanibe, eger tu melaqiyê bikî, xwe ji qîmeta xwe pirtir nîşan bidî, ji bo ku di çavê xelkê de baş xweya bikî xwe weke xwedîmeqam pêşkêş bikî, bi awayê li dijî îxlasê xwe mezin bikî û di bin perdeya giraniyê de li zewqê bigerî, ji ber ku ew rewş bi zirar û fanî ne, bizanibe ku tu qîmeta wan zewqên tu dildarê wan î tune.

   Ey nefsa min! Ey hissiyatên kor û bedbext ku bi zewqê mubtela ne! Hûn hezar zewqên dinyayê bistînin jî, di vê rewşê de hûnê tamê jê nekin. Ew zewq yê xirab bibin, bibin êş û elem. Madem ji sedî nodê dostên min yên kevin mîna ku ji alema berzexê gazî min dikin û ez mecbûr dibim ji dostên niha birevim ku tenê ji sedî deh in; naxwe jiyana berzexê bi hezar dereceyî ji vê jiyana kalîtî û tenêtiyê çêtir e. Hezar carî şukir ji Xwedê re be ku nefsa emmare ya duyem bi van herdu heqîqetan sekinî, deng jê nehat. Bi zewqa ku ji dil û rûh tê razî bû. Şeytan jî hiş kir. Hetta ew nexweşiya di nav rayên min de jî pir sivik bû.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494495496497498499500501502503504505506507508509510511512513514515516517518519520521522523524525526527528529530531532533534535536537538539540541542543544545546547548549550551552553554555556557558559560561562563564565566567568569570571572573574575576577578579580581582
Fihrist
Lügat