Kitaplar
Rêbera Xizmetê

   Bersiv: Vî zemanî ehlê îmanê muhtacê heqîqetên wisa ne ku ji tu tiştî re nebin alet, li pey tu kesî neçin, ji tu kesî û tu tiştî re nebin pêpelûk; tu niyetên xirab wan nelewitînin û tu guman û felsefe wan têk nebin. Divê dersa îmanê bi vî awayî bête dayin da ku îmana ehlê îmanê li hember êrîşa jirêketinên ku ev hezar sal in dikevin ser hev, bête parastin.

   Ha ji ber van sebeban e ku Rîsaleyên Nûr girîngiyê nade hêza alîkarên hundir û derve, li wan nagere û li pey wan naçe da ku di çavê ewamê ehlê îmanê de ji armancên jiyana dinyayê re nebe pêpelûk. Rîsaleyên Nûr ji jiyana baqî pê ve, ji tiştekî din re nabe navgîn da ku ew hêza wê ye pir mezin û heqîqetên wê şubhe û gumanên ku êrîş dikin ji holê rabikin.

   [Dibêjin:] Lêbelê tu ji meqamên nûranî û rutbeyên uxrewî yên ku manewî ne, meqbûl û bêzirar in û ehlê îman û heqîqetê jî wan dixwazin direvî. Ji wan tiştên ku birayên xalis bi niyeteke safî didin te, tu zirar nagihe îxlasa te jî. Digel ku gelek delîl û sened jî hene ku ew ne yên redkirinê ne, tu ne bi nefspiçûkî û tewazûyê, lê bi şiddet û hêrsê xatirê birayên xwe yên ku wan meqaman didin te nagirî, ji wan rutbe û meqaman direvî?

   Bersiv: Çawa mirovekî ehlê hemiyetê ji bo ku jiyana dostên xwe xilas bike, xwe feda dike; ezê jî li gorî dersa şefqetê ku min ji Rîsaleyên Nûr girtiye, ji bo ku jiyana ebedî ya ehlê îmanê ji dijminên bixeter biparêzim, dema lazim bike, -ku niha lazim e- ne tenê wan meqamên ku ez ne layiqê wan im, belkî wan meqamên heqîqî yên jiyana ebedî jî feda bikim.

   Belê, jixwe xwediyên meqamên mezin hertim, bi taybetî jî di vî zemanî de û mixabin jî ji ber xefleta giştî ku ji jirêketinê tê, di bin serdestiya siyaset û felsefeyeyê de û di vê kelecana sedsala ezîtî û xwe‘ecibandinê de, her tiştî ji xwe re dikin pêpelûk û peyrew. Hetta, ji bo meqamên dinyayî tiştên pîroz jî dikin alet. Îcar ku ew meqam manewî bin, hê pirtir tiştên maddî û manewî dikin alet. Mirovên weha dema ji bo ku qedrê xwe yê di nav xelkê de biparêzin, heqîqetan feda dikin ji xwe re dikin pêpelûk û peyrew. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494495496497498499500501502503504505506507508509510511512513514515516517518519520521522523524525526527528529530531532533534535536537538539540541542543544545546547548549550551552553554555556557558559560561562563564565566567568569570571572573574575576577578579580581582
Fihrist
Lügat