Eger kesên ku Erebî nizanin mertebeyên Ayetu’l-Kubra rind fêhm bikin, yê ev parçeyê erebî jî tam bête fêhmkirin. Kesê ku Erebî nizane, eger çend caran li herduyan binêre yê tam fêhm bike. Ez bîst û çar saetan carekê yan di tesbîhên nimêja sibehê de, yan jî di wextekî din de, yan jî dema ez pir diwestim û aciz dibim dixwînim. Çi cara ku ez dixwînim rihetiyeke bala dide min û aciziya min diçe. Eger di dawiya Ayetu’l-Kubra û Hizba Nûriye de bête nivîsîn baş dibe. Tiştekî pir biwate û balkêş e ku Ayetu’l-Kubra û piraniya heqîqetên Rîsaleyên Nûr di Remezanê de û di wexta tesbîhên wê de pêk hatine. Xulasetu’l-Xulase ango kurtebêjiya Hizba Nûriye jî dîsa di Remezanê de û di dema tesbîhan de derkete holê.
(Emirdağ Lahikası: 69)
***
Madem kenê dinyayê yê bi xeflet, perdeya rewşên elîm û bigirîn e û bi ser de jî muweqqet e, mecbûrê bidawîbûnê ye; helbet tiştên ku dilê edebperest yê mirovê bêçare û rûhê wî yê ku dîwaneyê evîna beqayê ye bikenînin û şad bikin, keyfxweşiyên xêra baqî û şahiyên di daîreya meşrû de ne. Ewên ku bi şukirdarî, bi huzûr, ji xefletê dûr û bi awayekî masûm çêdibin. Loma jî, ji bo ku di îdan de xeflet mirov venegire û mirov nekeve nav daîreya heram, di rîwayetan de pir teşwîqa zikrê Xwedê û şukirkirinê hatiye kirin, da ku wê kêf û şahiya îdan veguherîne şukrê, wê nîmetê bidomîne û zêde bike. Lewra şukir nîmetê zêde dike, xefletê jî dûr dike.
(Lem’alar: 419)
***
Belê, eger dengê sedmilyonên mirovan ku piştî nimêjan, -bi taybetî jî piştî nimêjên îdê- bi hev re dibêjin Ellahu ekber di dinyayê de jî mîna alema xeybê bibe yek deng, ew dibe mîna dengê kûreya erdê ku bibe mîna mirovekî mezin û li gorî mezinbûna xwe bi dengekî aza bibêje Ellahu ekber.