Hemd ji Xwedê re, ew mirovê ku weswese dikir û ketibû nav şik û gumanan xilas bû, tam qenaet anî. Bi niyeta ku belkî feydeya wê ji hinekan ji we re jî çêbibe, ji we re dişînim.
Hezar carî silav li we hemiyan bin.
(Emirdağ Lahikası: 112-113)
***
Meseleya Sisêyan: Min Hizba Nûriye ya kurtebêjiya Ayetu’l-Kubrayê ku berî niha bi sê salan di Remezanê de hatibû nivîsîn û îsal jî di Remezanê de hate belavkirin, berê dixwend. Lê ji saetekê pirtir didomand. Di eynî Remezanê de ji nişkê ve kurtebêjiya wê kurtebêjiyê jî di deh-panzdeh deqîqeyan de derkete holê. Dema ez wê dixwînim mîna ku temamê Ayetu’l-Kubrayê bixwînim, pêşveçûneke îmanî çêdibe. Sê-çar rûpelên erebî yên mezherê sirra
تَفَكُّرُ ساَعَةٍ خَيْرٌ مِنْ عِباَدَةِ سَنَةٍ
jî dixwînim.
Heta niha min wext nedîtiye, lê înşaellah ezê careke din bi qelema xwe ji we re binivîsim.
Kesên ku weke min jê fêhm dikin, -ew dua di dawiya Ayetu’l-Kubra yan jî ya Hizba Nûriye de nivîsî ye- dikarin wê duayê di şûna tesbîhatên
لاَ اِلَهَ اِلاَّ اللَّهُ
de ku me piştî tesbîhat û duayan sî û sê caran dixwendin, di kîtabên xwe de bixwînin. Lê tenê di tesbîhên nimêja sibehê de û bi lêfikirîna li ser maneya wê.
(Emirdağ Lahikası: 64)
***
Şik û gumana min nema, Hizba Nûriye ku xwediya sirra
تَفَكُّرُ ساَعَةٍ خَيْرٌ مِنْ عِباَدَةِ سَنَةٍ
e, kurtebêjiya wê ya panzdehdeqîqeyî bi xwe jî xwediya eynî sirrê ye.