Mêranî û sexîbûn di mêr de dibin sebebê xîret, dilovanî û alîkariyê. Lê di jinê de dibin sebebê pevnekirin, bêşermî û destavêtina mafê mêr. Mesela, yekî zeîf rûmeta nefsê diparêze, lê eynî tişt di yekî hêzdar de dibe xwemezinkirin. Eger yekî hêzdar xwe li hember yekî zeîf piçûk bike, ev newspiçûkî ye; lê eger yekî zeîf xwe li hember yekî hêzdar piçûk bike, ew zillet e, xwetewandin e.
Mesela: Ciddiyeta xwediyê meqamekî di meqamê xwe de giranî ye, xwepiçûkkirina wî zillet e. Ciddiyeta wî ya li malê, xwemezinkirin e, xwepiçûkkirina wî nefspiçûkî ye.
Mesela: Di peydakirin û bicihanîna lazimiyên ji bo karekî de lihêvîhiştin zexelî ye. Lê di karekî de ku tişta ji destê te hat, te kir û encam li hêviya Xwedê hişt, hingê ew lihêvîhiştin tewekkul e.
Mesela: Bexşandina ku mirovek li ser navê xwe dike fedakarî ye. Lê ku bexşandinê li ser navê xwe û mirovên bi xwe re ne bike, dibe xayintî.
Mesela: Mirovek dikare li ser navê xwe tehemmul bike, daqurtîne; lê nikare fors û fexrê bike. Ku bi navê millet be dikare fors û fexrê bike, lê nikare tehemmul bike û daqurtîne.
(İçtimaî Dersler, Sünuhat: 241)
***
Zikir, Selewat û Munacat
Birayê ezîz! Bizanibe, mirovê ku zikrê Xwedê dike, xwediyê letîfe û hissên cihê cihê ye ku feyza Xwedê bi bal xwe ve dikişînin. Hinek ji wan hissan bi şuûra dil û aqil ve girêdayî ne, hinek jê jî bêşuûr in, bi tu şuûran ve girêdayî nîn in. Bi awayê
مِنْ حَيْثُ لاَ يَشْعُرُ
çêdibin. Naxwe zikrê ku bi xefletê jî tê kirin ji feyz û bereketê ne xalî ye.