اَلصَّالِحاَتِ
Ev peyv bi tiştekî ve nehatiye gotin, peyveke mutleq e serbest hatiye hiştin. Li gorî muftiyê Misrê Şeyx Muhemmed Ebduh gotina
صَالِحاَتِ
bi maneya “tiştên baş” e, ji ber ku di nav xelkê de meşhûr e û tê zanîn, bi awayekî mutleq hatiye gotin. Ez jî dibêjim, ji ber serê Sûret serbest hatiye hiştin. Lewra di serê Sûret de ayeta
يُقِيمُونَ الصَّلاةَ وَمِمَّا رَزَقْنَاهُمْ يُنفِقُونَ
tişta ku tê gotin, ravekirina
صَالِحاَتِ
ye.
(İşaratü’l-İ’caz: 223-224)
***
هَذاَ الَّذي رُزِقْناَ مِنْ قَبْلُ
Ev peyva “rizq” ku li vir bi awayekî girtî hatiye gotin, tê de îhtimala çar maneyan heye:
Ya Pêşîn: Armanc ji “rizq” amelê salih e. Yanî, “ev amelê salih ku li dinyayê weke rizq ji me re hatiye dayin. Ango ev rizqên ku niha em dixwin encama amelê me yên salih in ku me li dinyayê kiribûn.” Li vir di navbera amel û ceza de peywendiyeke wilo pir heye; mîna ku amelê dinyayê li axretê bûye xwedîcism û bûye xêr. Keyfa wan ji vê hêlê ve hatiye cih.
(İşaratü’l-İ’caz: 227)
***
Ey ezîzê hêja, bizanibe! Piştî malûmatên derbarê îmanê de, tişta herî lazim û herî girîng amelê salih e. Amelê salih ew e ku mirov maddî û manewî destdirêjiya heqê îbadan neke û heqê Xwedê jî bi temamî bi cih bîne.
(Mesnevî-i Nuriye: 126)
***