ehlê heqîqet û rastiyê de gotina “Tu çi dixwazî ji Qur’anê bigire.” bûye derbûmesel. Ayetên Qur’anê ewqas berfireh in ku ji her derdî re derman in û her îhtiyacê bi cih tînin. Jixwe divê wisa be, lewra ew kîtaba ku ji temamê ehlê kemalê yên meqamên cuda re -ku hertim pêş ve diçin û mertebeyan li şûn xwe dihêlin- rêbera mutleq e, divê xwediya van taybetmendiyan be.
Belê, Qur’ana Hekîm bi îttîfaq û yekdengî, bi zimanê wî zatê emîn Pêxember (e.s.w.) ku xwendin û nivîsandin nizanibû, ji dema Adem heta bi esra seadetê, rewşa Pêxemberan û bûyerên girîng yên jiyana wan bi awayekî pir balkêş tîne ziman. Ew bi tesdîq û rastdêrana kîtabên mîna Tewrat û Incîlê jî bi şêweyekî gelekî gurr û ciddî agahiyan dide.
Ev Qur’an bi kîtabên pîroz yên beriya xwe re ku li ser tu xalê nakokî nekiribûn, hevaheng û muttefiq e. Dema ku tiştekî ji wan cihê bibêje, hingê bûyerê rast dike û rastiya wê derdixe holê. Naxwe Qur’an bi dîtina xwe ya hûrbîn û kûrbîn ku xeybê dibîne, ji hemî kîtabên beriya xwe pirtir dema buhurî dibîne. Di xalên îttîfaqê de wan tesdîq dike û di xalên cihêtiyê de jî şaşiyên wan rast dike. Rastî ev e ku xeberdayin û agahdarkirina ji serpêhatiyên buhurî ne karê aqil e ku bi aqil ji wan bête axaftin. Ev karekî bi bihîstinê ve elaqedar e û neqlî ye. Neqil jî xasê ehlê xwendin û nivîsandinê ye.
Bi tifaqa dost û dijminan ew Qur’an ji mirovekî pêbawer û ummî re ku xwendin û nivîsandin nedizanibû nazil dibe. Ew Qur’an bi awayekî wisa qala bûyerên buhurî dike, tu dibêjî qey ew bûyer dîtine. Çimkî xala herî girîng ya bûyerekê û rûhê wê ji armanca xwe re dike destpêk. Naxwe gotinên wê yên kin û kûrmane nîşan didin ku temamê wê bûyerê dizane. Lewra çawa ku gotineke manedar yan jî kirineke hunerî ya mirovekî, tecrube û hunera wî nîşan didin, herwisa xulase û rûhê kurtegotinên Qur’anê jî nîşan didin ku yê ku ew gotine, temamê bûyerê bi berfirehî dizane, dibîne û -eger tabîr caiz be- bi mehareteke ji adetê der xeber dide.
(Sözler: 497-498)
***