Yê Pêşîn: Heta ku mumkin be bide şaxên Serokatiya Diyanetê û ku mumkin be bila taximên bi herfên erebî bin. Eger nebe, bi herfên nû jî dibe. Lê bi şertê ku yek ji hevalên min yên xas ji bo teshîhê li ser wan bisekine, bîst-sî hebî zêde bikin û bidin şaxên Serokatiya Diyanetê. Lewra li hember bizavên bêdîniya derve, berhemên weha karê Serokatiya Diyanetê ne.
Yê Duduyan: Madem Rîsaleyên Nûr malê medresê ye, hûn hem bingeha medresê, hem serekê wê, hem jî şagirtên wê ne. Ew malê we yê heqîqî ye. Rîsaleya ku hûn munasib nebînin, hûnê niha neweşînin.
Yê Sisêyan: Ku mumkin be bila Qur’ana me ya bi tewafuq bi çapxaneya fotografî bête çapkirin da ew ronahiyên î‘cazê ku di tewafuqê de ne, bêne dîtin. Ew tarîfa di destpêka Qur’anê de jî, bila bi Qur’anê re bête çapkirin. Mirov dikare wê tarîfê bi Tirkî yan jî bi wergereke xweşik wergerîne erebî û bi serê xwe weke pirtûkekê çap bike.
(Emirdağ Lahikası: 304-305)
***
Di daîreya Rîsaleyên Nûr de evdîtiya giştî û bala bi rastî, xizmet, teqwa û xwedûrkirina ji gunehên mezin tê bidestxistin. Ji bo ku mirov vî karî bernede divê mirov di teqwa, îxlas û sedaqetê de bixebite.
(Kastamonu Lahikası: 80)
***
Birayên ezîz û rast,
Van rojan li ser teqwayê û amelê salih fikirîm ku di çavê Qur’ana Hekîm de piştî îmanê hîmên herî bingehîn in. Teqwa, xwedûrkirina ji gunehan û qedexeyên Xwedê ye. Amelê salih jî ew e ku mirov di daîreya fermana Xwedê de tevbigere û xêran bi dest bixe. Jixwe hertim jiholêrakirina xirabiyê ji bidestxistina tişta bi menfaet çêtir e, lê di vê dema xirabî û sefahetê de, ku xelk pir didin pey hewa nefsa xwe, ew teqwaya ku rakirina xirabiyê û xwedûrkirina ji gunehên mezin e, hê lazimtir bûye û pirtir ketiye pêş.