Divê mirov mîna leşkerekî, tenê li ser navê Xwedê wezîfê bike. Tenê bi navê Xwedê bide û bistîne. Di çarçeveya destûr û qanûna Wî de tevbigere û aramiyê bibîne. Ku mirov qusûr jî kir, divê îstixfar bike. Divê mirov ji Xwedê lava bike û bibêje:
“Ya Rebbî, qusûra m efû bike! Me ji xwe re evd qebûl bike. Heta ku tu emanetê xwe ji me bistînî, me jê re sadiq bike. Amîn!”
(Sözler: 39)
***
Ev gazî û nalînên dilekî li dîlîtiyeke bi firqet û xurbet in ku di berbenga sibehekê de giriyaye:
Bayê tecelliye tê di berbang û seheran
Hişyar bin ey çavên min hûn di dema sibehan
Înayetê bixwazin ji dergehê îlahî
Sibeh e, tobegeh e bo muznib ji gunahî
Hişyar be tu jî ey dil, ku dem êdî sibeh e
Li derê Wî tobe ke, xwe dûr ke ji gunehe
سَحَرْ حَشْرِيسْتْ دَرُو هُشْيَارْ دَرْ تَسْبِيحْ هَمَه شَىْ .. بَخَوابِ غَفْلَتْ سَرْسَمْ نَفْسَمْ حَتَى كَىْ .. عُمْرْ عَصْرِيسْتْ سَفَرْ بَاقَبِرْمِى بَايَدْ زِهَرْ حَىْ .. بِبَرْخِيزْ نَمَازِى ُونِيَازِى كُوبِكُنْ آوَازِى ُونْ نَىْ .. بَكُو يَا رَبْ يَشِيمَانَمْ خَجِيلَمْ شَرْمَسَارَمْ اَزْ كُنَاهِ بِى شُمَارَمْ َرِيشَانَمْ ذَلِيلَمْ اَشْكْ بَارَمْ اَزْحَيَاتْ بِى قَرَارَمْ غَرِيبَمْ بِى كَسَمْ ضَعِيفَمْ نَاتُوَانَمْ عَلِيلَمْ عَاجِزَمْ اِخْتِيَارَمْ بِى اِخْتِيَارَمْ اَلاَمَانْ كُويَمْ عَفُو جُويَمْ مَدَدْخَواهَمْ زِدَرْ كَاهَتْ آِلهِى
(Sözler: 284)