Cenewar jî bi awayekî ne meşrû, bi hirs û êrîşkarî, bi kotek û zehmetî rizqekî nexweş bi dest dixin. Ev herdu mînak nîşan didin ku hirs sebebê mehrûmiyetê; tewekkul û qenaet jî wesîleyên rehmetê ne.
(Mektubat: 366)
***
Kesê ku tewekkula wî bi Xwedê hebe, Xwedê besî wî ye. Ji ber ku Ellah Teala Kamilê Mutleq e, bi zatê xwe ew Me‘bûd e, îbadet jê re tê kirin. Û ji ber ku Ellah Teala Mûcid, ango çêker e û Wacibu’l-wucûd e, hebûna wî mecbûrî ye; di nêzîkbûna wî de nûra hebûnê û dûrbûyina ji wî de jî tarîtiya tunebûnê heye. Xwedê spargeh û cihê xilasiyê ye. Ew ji kesên ku ji kaînatê xeyidîne, ji xweşikiyên dinyayê aciz bûne û ji rûhên ku ji laşên xwe tuximîne re spargeh û cihê xilasiyê ye. Xwedê Baqî ye. Baqîbûna alemê jî tenê bi baqîbûna wî ye. Xwedê Malik e; ji bo ku ji te re bihêle, milkê te ji te distîne. Xwedê Xeniyyê Muxnî ye; dewlemend e û xelkê dewlemend dike; mifteya her tiştî di destê wî de ye. Eger mirovek bi niyeteke xalis ji Xwedê re bibe evd, kaînata ku milkê Xwedê yê, dibe mîna milkê wî.
(Mesnevî-i Nuriye: 132)
***
Tobe û Îstixfar
Weke ku Qur’ana Ezîmuşşan jî derst daye, îmana bi Xwedê ew e ku mirov bi dilê xwe û li gorî şahidtiya temamê kaînatê, wî Çêkerî bi hemî sifet û navên wî tesdîq bike; wan fermanên ku bi qasidên xwe re şandine qebûl bike û dema ku gunehek kir bi dilê xwe tobe bike û poşman bibe. Yan na, eger kesek bi serbestî gunehên mezin bike û qet ne xema wî be, îstixfar jî neke; ev delîla wê ye ku ew ji wê îmanê ne xwedanpar e.
(Emirdağ Lahikası: 152)
***
Hîleyeke şeytan ya girîng jî ew e ku qusûra mirovan bi wan nede îtirafkirin da ku rêya îstixfar û îstiazê bigire û bi ser de jî ezîtiya nefsê tehrîk bike da ku ew ezîtî weke parêzerekî nefsê biparêze û wê ji kêmasiyan bêrî bike.