Desthevgirtin
Eger sê elîf nebin yek, qîmeta wan sisê ye. Lê eger bi hikmeta yekîtiyê werin cem hev, qîmeta wan dibe sed û yazdeh. Eger ji hev cihê bin, qîmeta çar caran çar, şazdeh e. Lê eger bi sirra biratiyê, ji bo wezîfeya xwe werin cem hev, armanca xwe bikin yek û li ser xetekê milên xwe bidin hev, hingê qîmeta wan dike çar hezar û çarsed û çil çar. Eynî wisa qîmet û hêza manewî ya şazdeh mirovan jî bi sirra îxlasa heqîqî ji çar hezaran jî derbas dibe. Gelek bûyerên dîrokî şahidê vê rastiyê ne.
Sirra vê hikmetê ev e: Di tifaqeke semîmî û heqîqî de her mirovek dikare bi çavê birayên xwe jî bibîne û bi guhê wan jî bibihîze. Deh mirovên ku bûne yek, manen qîmet û hêza wan wisa ye mîna ku her yek ji wan bi bîst çavan dinêre, bi deh aqilan difikire, bi bîst guhan dibihîze û bi bîst destan dixebite. (Haşiye)
(Lem’alar: 235-236)
***
Eger şirîkatî di kirinên axretî de jî çêbibe, dibe sebebê karekî bêzirar û pir bi menfaet. Lewra heryek ji şirîkan dibe xwediyê temamê wî malî. Çawa ku ji çar-pênc mirovan bi niyeta şirîkatiyê; yek xazê bîne, yek fitîlê, yek lembê, yek şûşê û yek jî neftikê bîne û lembê vêbixin, hingê her yek ji wan dibe xwediyê lembeyeke tam. Eger neynikeke mezin ya her yekî ji wan hebe, yê ew lembe û ode di wê neynikê de xweya bikin û ew mirov yê bibe xwediyê lembeyeke tam.