Tişta ku exlaqê bala bi axa rastiyê ve girê dide ciddiyet e. Ya ku hêzê dide girîngiya gera xwînê û wan tiştên ku jê çêdibin û rûmetê dide temamê rêkûbêkbûna wucûdê jî tenê rastî ye. Belê êdî dema rastî û ciddiyeta ku weke bendê pêvegirêdanê ne qut bibin, hingê ew exlaqê bala ziwa dibe, diçe wenda dibe.
(Muhakemat: 124)
***
Digel ku Muhemmed (e.s.w.)ê Haşimî ummî bû, xwendin û nivîsandin nizanîbû, tu hêza wî ya eşkere, tu hukimdariya wî û tu meyla wî ya serdestiyê tunebû jî; bi wê baweriya tam û wê teşebbusa li warekî bixeter, bi wê serkeftina xwe ya li hember baweriyên din, bi wê danhezkirina xwe û bi wê serweriya ku bi xweşî û şîranî rêve dibir; adet û exlaqê wehşî ku gelekî pir bûn, li her cihî belav bûbûn, di nav xelkê de kok berdabûn û weke normal dihatine dîtin, ji kokê rakirin. Li cihê wan exlaqê xweş û bala bi hîmekî pir zexm ava kir; kire nav goştê wan, tevlî xwîna wan kir. Digel ku di warê jî wehşet û neheqiyê de zordariya milletekî tiştekî meqbûl bû û pesnê wê dihat dayin, wî ew ji holê rakir. Hissên tenik û nazik vejandin, taybetmendiyên bala hişyar kirin, di mirovan de cewhera însanetiyê da nîşandan; di zemanekî kin de hilkişiya zîrweya medeniyetê û dewleteke mezin ku hem ji hêla maddî ve hem jî ji hêla manewî ve li rojava û rojhilat text vedayî ava kir. Weke agirekî herikbar û ronahiyeke bitîrêj, yan jî mîna Kopalê Mûsa ew dewletên din anîn dereceya îmhakirin û daqurtandinê... Wî bi van karan pêxemberiya xwe û girêdana xwe ya bi rastiyê ve ji her kesê ku roniya çavê wî kor nebûbe re îsbat kiriye û nîşan daye.
(İçtimaî Dersler, Şuaat: 360-361)
***
Eger em xweşikbûna exlaqê Îslamê û heqîqetên îmanê bi kirinên xwe nîşan bidin, bêguman yê peyrewên dînên din jî kom bi kom Îslamiyetê qebûl bikin û hetta belkî hinek dewlet û parzemînên dinyayê jî misliman bibin.
(İçtimaî Dersler, Hutbe-i Şamiye: 42)
***