Qur’an kîtabeke semawî ye û mîna kîtabxaneyeke pîroz e ku ji meşrebên cihê û meslekên cuda yên welî, siddîq, arif û muheqqiqan re berhemeke raveker e, çêj û tamê dide wan meşreb û meslekan, rê û rêbazên wan ronî dike û rastiyên wan derdixe holê.
Ji ber ku Qur’an ji erşê herî mezin, ji navê Xwedê yê herî mezin û ji mertebeya herî bilind ya navên Xwedê tê, gotina perwerdegarê hemî aleman Ellah Teala ye. Ew li ser navê Xwedayê temamê hebûnê, aferînerê erd û esman fermana Ellah Teala û kîtaba wî ye. Ji hêla perwerdegariya bê qeyd û şert ve hevaxaftinek e; li ser navê serweriya Xwedayê pak xîtabeke ezelî ye; ji aliyê rehma wî ya fireh ve deftera Rehmanî ya îltîfat û pesindanê ye. Ji hêla mezinahî û ezameta xwedatiyê ve berhema agahdarbûna ji bûyeran e ku carna di destpêka [sûretên wê] de şifre hene.
Qur’an ew kîtaba pîroz e ku ji warê navê Xweda yê herî mezin nazilî Erşê herî mezin bûye, xîtabî hemî tiştên nava wî erşî dike û hikmetan belav dike. Ji ber vê hikmetê ye ku navê “Kelamullah” yanî “gotina Xwedê” layiqê wê hatiye dîtin û bi wî rengî jî berdewam e, hertim ew nav lê tê kirin.
Qur’an ji kîtabên pêxemberên ji serdem û qernên cihê, ji peyamên hemî weliyên meşrebcuda û ji berhemên hemî mutteqî û alimên mezin re naverokek e. Her şeş aliyên wê ronî ne û ji tarîtiya şik û gumanê pak e. Çavkanî û cihê xwespartina wê wehya semawî ye, kelamê ezelî ye. Armanca wê kamranî û xweşiya bêdawî ye. Hundirê wê hîdayet e; jora wê roniya îmanê ye; binê wê delîl û belge ne. Aliyê wê yê rastê bi zanîneke bê şik û guman teslîmbûna dil û wijdanê ye; aliyê çepê bi awayekî eşkere fermanberkirin û berdestkirina aqil û têgihiştinê ye. Fêkî û berê Qur’anê rehmeta Rehman û bihişta Yezdan in. Ji ber vê jî ew kîtaba semawî ya babet û layiqê qebûlkirin û teqdîrkirina ferişte û cin û mirovan e.
(İşaratu’l-İ’caz: 19)