Xulase û encamên lêkolînên temamê jiyana min û yên ku ji rûdanên jiyana civakî derketine, bi awayekî vebirî ji min re nîşan dane ku: Rastî; bingeha Îslamê ye, navgîna navbera taybetmendiyên çê û karaktera hissên bala ye. Naxwe divê em bi rastiya ku bingeha jiyana me ya civakî ye di nava xwe de ava bikin û bi wê nexweşînên xwe yên manewî tedawî bikin.
Belê rastî û durustî di jiyana civakî ya Îslamê de xala herî girîng in. Riyakarî cureyek ji derewên fiîlî ye. Melaqî û xwepêçêkirin derewkariyeke nemerd in. Durûtî û munafiqtî jî derewkariyeke bizirar in. Derewkarî jî îftîraya li qudreta Çêkerê Zulcelal e.
Kufur, bi temamê cûreyên xwe derew e, derewkarî ye. Îman jî rastî ye, durustî ye.
(İçtimaî Dersler, Hutbe-i Şamiye: 53-54)
***
Rastiyeke tenê dikare lodek derewan bişewitîne. Rastiyeke tenê jî ji lodek xeyal çêtir e.
ºÛïÛɘ]ÛİÙ Öıä˜ ÇÙ]Ù‡İı dıZ˜Ÿı úÙÑıˆ |Ûè˜ğÚ |Ûè˜ğÙ úÙÑıˆ dıZ˜ŸÚ
Yanî, “Divê her gotina te rast be; lê ne rast e ku tu her rastiyê bibêjî.”
(Mektubat: hakikat çekirdekleri: 537)
***
Exlaqê Xweş
Selat û selamên bê hedd û jimar li ser Pêxemberê me Muhemmed Mustefa aleyhîsselatu wesselam bin ku gotiye:
لاَ يَلْزَمُ مِنْ لُزُومِ صِدْقِ كُلِّ قَوْلٍ قَوْلُ كُلِّ صِدْقٍ
Yanî: “Hikmet û sebebeke herî girîng ku ez ji aliyê Xwedê ve bi bal mirovan ve hatime şandin ew e ku ez exlaqê xweş û taybetmendiyên çê temam bikim û mirovan ji bêexlaqiyê xilas bikim.”
(İçtimaî Dersler, Hutbe-i Şamiye: 40)
***