Digel astengiya burca bêhêviyê (Haşiye ) jî, ez bi awayekî ku dinyayê pê bidim hissandin û bi qenaeta xwe ya qet‘î dibêjim:
Paşeroj tenê û tenê yê ji Îslamiyetê re be. Rastiyên Qur’an û îmanê yê serwer bin. Naxwe divê em bi qedera îlahî ya niha û qismetê xwe razî bin ku paşerojeke ronî bûye nesîbê me û para biyaniyan jî bûye maziyekî/pêşerojeke aloz.
(İçtimaî Dersler, Hutbe-i Şamiye: 40-41)
***
Birayên hêja,
Çendîn ku ev rewşa han terefdaran û hinek memûran ji Rîsaleyên Nûr ditirsîne jî, lê li aliyê din bi hemî muxalif û dîndaran re û bi memûrên ku elaqedar dibin re baldarî û şewqek çêkiriye. Meraq nekin ew Nûr yê ronahî bidin. (Haşiye)
(Şualar: 378)
***
Eger armanceke xeyala mirov tunebe, yan mirov ji bîr bike, yan jî ji bîra mirov here; helbet hingê hişê mirov li ezîtiyê dizîvire û li dora wê diçe û tê.
(İçtimaî Dersler, Lemaat: 399)
***
Hem jî qîmet û mahiyeta însan li gorî himmeta wî ye. Dereceya himmeta wî jî li gorî armanca wî û tişta ku pê meşxûl dibe ye. Hem jî însan di tişta ku berê xwe didiyê û qesda wê dike de dibe fena fî’l-meqsed, ango bi hedefa xwe re dibe yek, xwe fedayî wê dike.