Çendîn carna bûyerên li dijî tişta ku mirov li bendê ye rû bidin jî, bêhêvî nebin û bi firtoneyên muweqqet nehejin. Belê, her çiqas ku xeyalşikestin quwweta manewî ya ehlê dinyayê û şewqa wan dişikîne û wan perîşan jî dike; şagirtên Rîsaleyên Nûr ku di bin zor û zehmetiyan de îltîfatên rehmet û alîkariya Xwedê dibînin, divê bi xeyalşikestinê bêhêvî nebin, xîret û ciddiyeta wan zêde bibe û bêtir xwe bavêjin pêş.
(Şualar: 432)
***
Jiyan tekoşîn e, “şewq” jî tişta ku mirov lê siwar dibe ye. Dema ku hêza we li “şewq”ê siwar dibe û derdikeve qada cengê, pêşî ew dijminê dijwar “bêhêvîbûn” derdikeve pêşiyê, quwweta wê ya manewî dişikîne. Hûn jî şûrê
لاَ تَقْنَطُوا
li dijî wê bikar bînin.
(İçtimaî Dersler, Münazarat: 147)
***
Divê em guh nedin bêhêvîbûn û sernekeftinê, hûn pirtir bixebitin û wezîfeya xwe bikin. Heta niha kesên ku di xizmeteke weha pîroz de bi zehmeteke hindik gelekî hêsanî û alîkarî dîtine pir hindik in. Divê daîmî em bibêjin, şukir ji Xwedê re. Emîn û Tehsîn pêkenokeke ku şevên vir ronî kiribûn ji we re şandin.
(Kastamonu Lahikası: 95)
***
“el-Emel.” Ango ku hêviya mirov ji rehma Xwedê pir be. Belê, ez li ser navê xwe, ji ber wê dersa ku min girtî dibêjim: Ey cemaeta Îslamê! Ez mizgîniyê didim ku nîşanên fecra sadiq ya bextewariya dinyayî ya alema Îslamê, bi taybetî ya bextewariya Osmaniyan û nexasim jî ya bextewariya Ereban ku pêşveçûna Îslamê bi hişyarbûna wan e, derketine û belav dibin. Derketina roja bextewariyê jî nêzîk bûye.