Birayên ezîz û rast,
Berî niha bi deh deqîqeyan, du mirovên nexwende, lê cesûr hatin vir; yekî yek anî daîreya Rîsaleyên Nûr. Min ji wan re got: “Li hember netîceyên mezin ku ji xebata vê daîreyê derdikevin, sedaqeteke ku naheje, berxwedaneke ku têknaçe lazim in. Bingeha wê keda fewqelade û wê xizmeta Nûriye ya qehremanên Ispartayê ku li her cihî hate teqdîrkirin, sedaqet û berxwedana wan ya bêmînak bû. Sebebê pêşîn ya vê berxwedanê hêza îmanê û îxlas in. Sebebê duduyan jî cesareta fitrî ye.”
Min ji wan re got: “Hûn bi cesaret û mêraniyê têne naskirin. Ji bo tiştên dinyayî yên ne girîng jî hûn fedakariyê dikin. Êdî li hember xizmeta pîroz ya Rîsaleyên Nûr û li hember netîceyên wê yên axretî ku hêjayî dinyayê tevî ne, divê hûn bi merdîtî û fedakarî, cesaret û berxwedanê nîşan bidin û durustiya xwe biparêzin.” Wan jî bi temamî qebûl kirin.
(Kastamonu Lahikası: 212-213)
***
Birayên ezîz û rast,
Vê havînê wexta xefletê û hengama ketina derdê meîşetê ye û herweha dema îbadetê pirbixêr yê sê-mehan e. Niha ew dem e ku li ser rûyê erdê êdî ne bi çekan, lê bi dîplomasiyê tofan radibin. Loma jî eger berxwedaneke bihêz tunebe û mirov di wezîfeya pîroz ya Nûrê de sebatê neke, yê di xizmeta Rîsaleyên Nûr de sistîtî çêbibe û raweste.
Birayên ezîz, baş bizanibin; wezîfeya ku Rîsaleyên Nûr û şagirtên wê pê mijûl dibin, ji hemî mijarên mezin yên li ser rûyê erdê mezintir e. Êdî li mijarên balkêş yên dinyayê nenêrin û di wezîfeya xwe de sist nebin. Mijara Çaran ji Rîsaleya Fêkiyan pir bixwînin, bila quwweta we ya manewî neşike.