Belê, birayên hêja! Di vî zemanî de, di nav bizavên wisa dehşetdar û bûyerên ku dinyayê û jiyanê dihejînin de divê berxwedaneke bêsînor, aramî û fedakariyeke bêdawîn bi mirov re hebe.
Bi sirra îşarî ya ayeta
يَسْتَحِبُّونَ الْحَيَاةَ الدُّنْيَا عَلَى الآخِرَةِ
di vî zemanî de nexweşiyeke dijwar û musîbetek e; digel ku mirov dizanin û îmanê bi jiyana axretê tînin jî, dîsa bi dilê xwe jiyana dinyayê tercîhî ya axretê dikin. Şûşeya ku dişike bi zanîn û rizaya dilê xwe tercîhî elmasekî baqî dikin. Bi hukmê hissayata kor ku aqûbetê nabîne misqalek jehra hazir, tercîhî lezzeta safîn ya paşê dikin. Li gorî hikmeta wê musîbetê bawermendên heqîqî jî carna dikevine xetaya bixeter; terefdariya ehlê jirêketinê dikin. Rebbê Alemê ehlê îmanê û şagirtên Rîsaleyên Nûr ji şerê musîbetên weha biparêze. Amîn.
(Kastamonu Lahikası: 148)
***
Birayên hêja, vê carê nameya santralciyê Rîsaleyên Nûr ku ji xwe re “Fêkîfiroş” dibêje û qîmetê Rîsaleya Fêkiyan tam dizane, ez pir memnûn kirim. Lewra ev nîzîkî bîst salan e ku dostaniya semîmî û biratî di navbera Xulûsî* û Heqqî* de dewam dike. Peywendî û sedaqeta wan ya bi Rîsaleyên Nûr re jî eynî mîna têkiliya navbera wan herduyan dewam dike, her ku diçe zexm dibe û li ber astengan nalerize. Ez ji Xwedê re şukir dikim ku şagirtên weha durust, xalis û muxlis, yên ku ji xelkê re dibin mînak dane Rîsaleyên Nûr ku xulûsê di heqiyê de dibînin û di xizmeta Rîsaleyên Nûr de bi sebir şukir dikin.
(Emirdağ Lahikası: 68)
***