dev ji nefsa xwe berde û bi “ax û wax”ê gazinan ji Xwedê bike. Jixwe eger mirov wê hêza xwe ya sebrê li hember tiştên buhurî û yên ku bên virde-wêde neke û di dema êşê de bi kar bîne, yê têrê bike, ew êş yê ji dehan dakeve yekê.
Bila ne weke gilîkirinê be; di nav çend rojan de, li vê medreseya Yûsufiye ya sêyemîn, êş û elemên maddî û manewî ku min di umrê xwe de hîç nedîtibûn, hatin serê min. Bi taybetî jî ji ber ku ez ji xizmeta Rîsaleyên Nûr mehrûm mabûm, bêhêvîbûnê û êşên rûhî û qelbî ez diêşandim. Tam di wê demê de alîkariya Xwedê ev rastiya ku min behsa wê kir nîşanî min da. Ez jî bi wê nexweşiya xwe ya dijwar û bi hebiskirina xwe razî bûm. Lewra ev rewş bêçareyekî mîna min ku li ber derê gorê ye, saeteke wî ya xefletê dike deh saetên îbadet. Ez li vê fikirîm û min şukrê Xwedê kir.
(Gençlik Rehberi: 43-44)
***
Eger însan wê hêza sebrê ku Xwedê daye wî di wehm û gumanan de belav neke, têra sebirkirina li hember her musîbetê dike. Lê bi zora wehmê û xefleta însan û bi gumankirina wî ku ev dinyaya fanî baqî ye, hêza xwe ya sebrê li pêşeroj û paşerojê belav dike, sebra wî têra musîbeta hazir namîne, dest bi gilî dike. Haşa eynî weke ku Xwedê şîkayetî evdan bike. Bi awayekî neheq û teredînî şîkayet dike û bêsêmaxiyê nîşan dide.
(Lem’alar: 20)
***
Birayên hêja, beşên rîsaleya Nameyên Piçûk, ku wesîleyên tesellî û sebrê ne û ji bo tehemmulkirinê hatine nivîsîn, bi baldarî û tekrar bixwînin. Di nav we de yê herî zeîf ez im û di vê belaya biêş de yê herî hissedar jî ez im. Gelekî şukir ji Xwedê re, ez tehemmul dikim û ji yên ku temamê sûc dikin stûyê min jî nexeyidîm. Ji ber yekîtiya mijarê min tenê parastina xwe kir. Hetta di dile xwe de ji xelkê û ji kesên ku sûc dikirin stûyê me de jî aciz nebûm. Madem em bira ne, ez rica dikim hûn jî bi sebrê min teqlîd bikin.
(Şualar: 399)
***