BEŞA YEKEM
Çavkaniyên Sereke yên Rîsaleyên Nûr û Mijarên Bingehîn
A-Çavkaniyên Sereke
1. Qur’an çi ye, Tarîfa wê Çawa ye?
Qur’an tercumeyeke ezelî ya vê kîtaba mezin ya kaînatê ye; îfadeya ebedî ya zimanên cihê ye ku nîşanên hebûna Xwedê dixwînin. Şîrovekera alema xeybê û alema şehadetê ye; keşifkera xezîneya erd û ezman ya manewî ye ku navên Xwedê yên veşartî tê de ne; mifteya heqîqetên zincîra rûdanên alemê ye, wan çareser dike. Li vê alema şehadetê zimanê alema xeybê ye; xezîneya xîtabên ezelî yên Xwedayê pak e; îltîfatên ebedî yên Rehman in ku ji pişt perdê, ji alema xeybê tên.
Qur’an, roj û tava alema Îslamê ye, bingeh û pîvana wê ye. Nexşeya pîroz ya alemên uxrewî ye; ji zat, sifat, nav û karûbarên îlahî re gotina raveker û tefsîra şîroveker e. Ew delîla eşkere, tercumana pîroz û ronî ye; perwerdekera dinyaya mirovan e, wan terbiye dike; av û ronahiya Îslamê ye ku navê wê mirovahiya manewî ye.
Qur’an hikmeta heqîqî ya mirovan e; ji wan re murşid û rêbera herî rast e ku wan bi bal xweşî û kamraniyê ve vedixwîne. Herweha ji mirovan re kîtaba qanûnê, ya dua, hikmet û îbadetê; ya ferman û dawetê ye, ya zikr û fikrê ye. Ji hemî kîtabên ku ji pêdiviyên mirovan re dibin çavkanî û îhtiyacên wan pêk tînin re, jêdera pîroz e.