Yê Duduyan: Sebra li hember musîbetan e; ev jî tewekkul û teslîmbûn e. Bi vî cûreyê sebrê mirov digihe şerefa van meqaman:
اِنَّ اللَّهَ يُحِبُّ الصَّابِريِنَ
اِنَّ اللَّهَ يُحِبُّ الْمُتَوَكِّليِنَ
Heçî bêsesebrî ye, weke gilîkirina ji Xwedê ye. Maneyeke wisa jê derdikeve ku mirov rexne li kirinên Xwedê digire, rehmeta wî sûcdar dike û hikmeta wî jî naecibîne.
Belê, helbet însanê ku nekar û zeîf e, li ber derba musîbet/tifaqan bi şiklê gilî digirî. Lê ne ku mirov gilî jê bike, divê mirov gilî li cem bike. Mîna ku Yaqûb (e.) jî gotî, divê mirov bibêje:
إِنَّمَا أَشْكُو بَثِّي وَحُزْنِي إِلَى اللّهِ
Yanî divê mirov musîbetê li cem Xwedê şîkayet bike; yan na dibe mîna ku mirov Xwedê ji însanan re şîkayet bike û bibêje, “Heywax li min! Ma min çi kiribû ku ev hate serê min.” Hingê mirov diltenikiya mirovên nekar tehrîk dike ku ev jî tiştekî bizirar û bêmane ye.
Yê Sisêyan: Sebra li ser îbadet e. Ev sebir jî însan wisa bilind dike heta ku wî digihîne meqamê hezkirinê û wî bi aliyê meqamê herî bilind, bi aliyê evdîtiya kamil ve diajo.
(Mektubat: 377-378)
***
Madem musîbet û belayên ku buhurîne, bi êş û elemên xwe ve xilas dibin û belayên ku hê bên jî niha tunin û ji tişta tune, êş û elem jê çênabe... Mesela eger mirovek berî çend rojan tî û birçî mabe û bi îhtimala ku yê piştî du-sê rojên din tî û birçî bimîne, hema hertim bixwe û vexwe çiqas dînîtî ye; eynî wisa jî dînîtî û bêaqilî ye ku mirov li êş û elemên saetên derbasbûyî û yên ku bên -ku di rastiya xwe de êdî nîn in- bifikire, bêsebriyê nîşan bide,