Di vî zemanî de qencî û wezîfeya herî girîng ew e ku mirov îmana xwe xilas bike û bixebite ku îmana xelkê jî zexm bibe.
Eman, xwe nêzîkî tiştên ku dibin sebebê ezîtî û xurûrê nekin! Nefspiçûkî, xwepiçûkkirin û terka ezîtiyê di vî zemanî de ji ehlê heqîqetê re pir û pir lazim in. Lewra di vê sedsalê de tehlîkeya herî mezin ji ezîtî û xwe‘ecibandinê tê. Loma jî ehlê heq û heqîqetê divê hertim bi nefspiçûkî qusûrên xwe bibînin û nefsa xwe sûcdar bikin. Ev meqamekî gelekî mezin e ku hûn di rewşeke weha giran de bi qehremanî îmana xwe diparêzin û îbadetê xwe dikin. Tabîreke wan xewnên te jî ev e ku ji vê hêlê ve mizgîniyê dide te.
(Emirdağ Lahikası: 45)
***
Nefspiçûkiya Bedîuzzeman
Di belavbûna Rîsaleyên Nûr de ku bi aweyekî ji adetê der pir zû li dinyayê belav bû, feydeya û tesîra nefspiçûkiyê pir e. Lewra Seyda di suhbet û berhemên xwe de xwe nedikir şiklê serokê arif û weliyên mezin, xemleke wisa nedida xwe. Loma jî pir zû xwîna xelkê tevizî ser, bi semîmiyeteke mezin jê hez kirin û armanca wî ya bala qebûl kirin.
Mesela: Ew gelek suhbet û telqînên xwe yên ku derbarê exlaq û qenciyê, hikmet û ibretê de ne, yekser ji nefsa xwe re dibêje. Muxateba pêşîn û yekane ya wan gotinên wî yên tûj û ateşîn, nefsa wî bi xwe ye. Ji wê derê -mîna ku ji navendê belavî derdorê bibe- belavî dilên muştaqê huzûr û bextewariyê, nûr û kêfxweşiyê dibe.
Seyda di jiyana xwe ya şexsî de pir helîm-selîm e û heta tu bibêjî bes nefspiçûk e. Ne tenê ji bo mirovekî belkî ji bo ku zerreyekê jî neêşîne, di dereceya herî bilind de fedakariyê dike. Sînga xwe dide ber zor û zehmetiyê, qîma xwe bi êş û mehrûmiyetê tîne. Lê bi şertê ku kes têkilî Qur’an û îmana wî nebe...Dema yek têkilî wan bibe, wê demê hûn dibînin ku ew deryaya aram dibe tofaneke ku pêlên wê ber bi ezman ve bilind dibin, xewf û tirsê li qeraxan dixe û dibe weke atlasekê.