Nefspiçûkî
Di maneya îşarî ya hevoka
فَتَيَمَّمُوا صَعيِدا
de, di xala pêşîn ya nîşana duduyan de, ku li binê “sad”ê herfa “sînê” veşartî ye û weke “sad”ê xweya dike, du sebebên wê hene:
Yek jê: Ji Seîd re nefspiçûkiyeke weke axê, terka enaniyetê/ezîtiyê û xwepiçûkkirineke mutleq şert in, da ku Rîsaleyên Nûr gerav neke, tesîra wan neşikîne.
Ya Duduyan: Sebebê ketina nav vê teqanê û taûna manewî ji fikra pêşveçûnê çêbûye. Ev ketin şaşiyên ehlê îmanê nîşan dide û îşaret dike ku pêşveçûna mislimanan tenê bi Îslam û îmanê ye.
(Kastamonu Lahikası: 280)
***
Belê, fezîleta bi îman, ne ji serdestiyê re dibe alet û ne jî dibe sebebê zordestiyê. Serdestî û zordestî bêrûmetî ne. Bi taybetî jî terza herî girîng ya ehlê fezîletê nekarîn e, xwemuhtacdîtin e û bi nefspiçûkî ketina nav jiyana civakî ye. Hemd ji Xwedê re be, jiyana me li gorî vê baweriyê derbas bûye û wisa jî dewam dike. Ne ku ez dibêjim bi min re fezîlet û qencî hene, ez doza tiştekî wisa nakim; tenê nîmeta Xwedê ya ku li ser min e diyar dikim. Bi niyeta “gotina nîmetên Xwedê” û şukirkirinê, dibêjim:
Xwedê bi qencî û kerema xwe ji bo fêhmkirina ilmên Qur’anê û xebata li ser wan, fezîlet bexşandiye. Şukir ji Xwedê re, min di temamê jiyana xwe de ev qenciya Rebbê Alemê, dîsa bi alîkariya Wî, li menfaet û bextewariya vî gelê misliman xerc kiriye û tu carî nekiriye wasîteya serdestî û zordestiyê. Ji bo hikmeteke girîng ez ji ecibandina xelkê û pesindayina wan jî -ku ev li cem piraniya ehlê xefletê tiştên maqûl in û tênê xestin- direvim, naxwazim. Ji ber ku ecibandin û pesindayinê bîst salên jiyana min ya berê heder kirin, ez wan bi zirar dibînim, lêbelê ji ber ku ez wan weke nîşaneke ecibandina Rîsaleyên Nûr dibînim, mirovan naxeyidînim.
(Lem’alar: 248)
***