Belê, nefsperestên bêwijdan li ser menfaet û xweşiya dinyayê bi awayekî semîmî îttîfaq dikin û dibin yek. Divabû ku ehlê hîdayetê bi destûrên bala yên dil û aqil berê xwe bidin fêkiyê axretê ku ji îstîqbal û paşerojê re qût e. Ew dikarin bi îstîqameteke rast, bi îxlaseke tam û bi aweyekî pir fedakarane yekîtiyekê di nav xwe de çêbikin. Lêbelê ji ber ku xwe ji enaniyet û ezîtiyê rizgar nekirine, bi îfrat û tefrîtê, îttîfaqa ku kaniyeke pîroz ya biratiyê ye winda kirine. Loma jî îxlas qels dibe, wezîfeya axretê zirarê dibîne û rizaya Xwedê bi rihetî nayê bidestxistin.
(Lem’alar: 225-226)
***
Ey komeleyên dînî! Armanca me ew e ku cemaetên dînî di armancê de bibin yek. Çawa ku yekîtî di pîşe û meşrebê mirovan de ne mumkin e, ne caiz e jî. Lewra hingê ev yekîtî rêya teqlîdê vedike û gotina, “Ji min re çi, bila kesên din bikin.” bi mirov dide gotin.
(İçtimaî Dersler, Makaleler: 552)
***
Cihêrengiya di bîrûbawerî û delîlanînê de, di armanc û encamê de yekîtî ye. Divê mirov weke hêza ku dehf dide û ya ku dikişîne qiyasê bike da ku pîvan xirab nebe. Yekîtiya di her tiştî de teqlîdê çêdike.
(İçtimaî Dersler, Makaleler: 552)
***
Birayên hêja! Madem di karên dinyayê de, di tiştên maddî de bi yekîtî û îttîfaqê encamên baş û feydeyên giştî derdikevin; naxwe ka li yekîtiya di xebatên axretî de binêrin: Ew hevkarî xebateke nûranî ye; ne kêm dibe, ne jî parçe dibe. Xwediyê wê xebatê dibe şirîkê her karekî din î axretî. Di encamê de xêra her beşdarekî dibe bi qasî ya hemî beşdaran. Êdî ev kar çiqas karekî mezin û bifeyde ye tu dikarî qiyas bikî. Ev kar û bidestxistina mezin bi reqabet û bêîxlasiyê nayên terikandin.
(Lem’alar: 241)
***